Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê yê berê û Şêwirmendê Kremlinê Andrei Fedorov ragihand ku dibe ku Moskowa ji gefên bi devkî derbas bibe û li dijî Brîtanyayê gavên “nîv-leÅŸkerî” bavêje.
Fedorov bal kiÅŸand ser îhtimala êrîşên sîberî û êrîşên li ser kargehên Brîtanî yên ku ji bo Ukraynayê balafirên bêmirov (dron) hildiberînin û diyar kir ku ev çalakî dikarin ji aliyê “çavkaniyên nenas” ve werin encamdan.
Ev gefxwarina Rûsyayê piştî serdana Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham a bo Kîevê hat.
Di vê serdanê de Londonê qebûl kir ku agahiyên veşartî yên li ser parçeyên Brîtanî yên moşekên SCALP/Storm Shadow ji bo piştgirîkirina hilberîna li Ukraynayê bikar bîne.
Kremlinê Brîtanya bi rasterast tevlîbûna ÅŸer tawanbar kir û diyar kir ku ev piÅŸtgiriya leÅŸkerî ya zêde dê bibe sedema “encamên giran”. (PK)


