Rûdana DÎIŞ û yekîtîya Kurdan

Wek tê zanîn ji şerê cîhanê yê dudoya virde Kurdistan ji nuh de hat dagîrkirin, bi hevkarîya dewletên emperyal û mêtinkarên herêmê wek mêtingeh Kurdistan kirin çar para.

Piştî projeyên Amerîka yên mîna “Sazîya Cîhana Nû” û “Proja Mezin ya Rojhilatanavîn” û desttêwerdana Amerîka li Iraqê û hilweşandina rejîma Saddam, avabûna Kurdistana Federal, statukoya herêmê xerabû.

Helbet xerabûna statukoya Rojhilatanavîn û pêk bi pêk avabûna Kurdistanek Federal li hesabê mêtinkarên herêmê nehat.

Ji bo ku rejîma Iraq ya nuh mezheb Şîa bû û di bin bandora mêtinkarên Îran û Sûrîye de bû û bi taybetî di bin kontrola Îran de bû, li hember herêma Kurdistan, di pratîkê de mercên Federalî ku ji alî Makezagona Iraq hatibû pesendkirin pêk neanî û bû egerê qeyranekê di nava Kurdistan û Iraqê de.

Li gorî makezagona Iraq a Federal madeya 140, divîya bû ji bo Kerkûk û erda Kurdistan ya veqetandî referandûm bihata kirin; butça pêşmerge û ji %17 para herêma Kurdistan bişanda.

Loma Serokê Herêma Kurdistana Federal Kek Mesûd da xwîyakirin ku “dewleta Iraq mercê makezagonê pêk neyne, emê wek Îdareya Kurd biçin referandûmê û serxwebûna xwe ragihînin!”

Ji alî din ve mêtinkarîya Tirk, li hember bandora Îran eşkere piştgirîya dijbereya Sûrîye kir û bi herêma Kurdistan re pêwendîyên xwe geşkir. Ev jî tê wê wateyê ku piştî Şerê Cîhanê I. û parvekirina Kurdistan cara yekê ye ku hevkarîya mêtinkarên herêmê xera dibû.

Lê ji alî din her sê dewletê mêtinkar bi tundî li dijî serxwebûna Kurdistan bû û di heman dem de li dij bûn ku li perçakî Kurdistan yê din Kurd bibin xwedîyê statuyekê. Neyarên gelê Kurd li gorî vê rewşê ketin nava tevgerê.

Piştî hatina serokê PKK A. Ocalan ya Turkîyeyê û guherandina sitratejîya partîya xwe û parastina sîyasetek Turkîyevanî, pê ve girêdayî helwesta partîyên ji alî PKK ve li perçên din jî hatin guhertin.

Loma li hember daxwaza referandûm û serxwebûna Başûr derketin, şerê PJAKê li hember mêtinkarên Îran rawestîya û PYD jî bi dewleta Sûrîye û rêxistinên wê re ket nava hevkarîyê, çek û alîkarî ji dewleta Sûrîye wergirt. Di encama vê hevkarîyê de PYD, herêma Kurdistana Rojavayêbaşûr kir sê “Kanton”a. Dîsa jî rêvebirên dewleta Sûrî gotin: “Em rêvebirîya Kantonan nasnakin û kiryarên PYD bêqanûnî ne!”

Tevlî ku her çar dewletên mêtinkar, teqez li wê yekê kirin ku gotin: “Em yekîtîya erda Iraq û Sûrîye dixwazin!” Dewlata Tirk bi eşkere û dewleta Îran veşartî piştgirî û hevkarîya xwe ya bi hêzên tundrew yên Îslamî geş kirin û alîkarî bi avabûna DÎIŞ (Dewleta Îslam Iraq û Şam) kirin.

Piştî ku DÎIŞ bi rêya dewletên Turkîye û Sûrîye bi çek bûn, berê xwe dan Iraqê. Artêşa Iraqê, hemû çekên modern û giran ku ev zêdeyî deh salan e ku ji hemû cîhanê dikirî, da DIÎŞ ê.

Vê carê DIÎŞ ê, berê xwe ji ser dewletên Sûrî û Iraq dagerand û berê xwe da herêma Hukumeta Federal ya Kurdistanê û herêmên Rojavayêbaşûr; dest bi komkujî û tunekirina Kurdan kir. Mêtinkaran bi kêfxweşî destên xwe di hev dan û temaşakirina qirkirina Kurdan kir!

Lê Amerîka û Ewropa bi vî planê qirêj hisîyan û têgihîştin ku piştî Kurdan ew bi xwe jî di hedefê de ne. Loma bi lez helwesta hevkarî û alîkarîyê bide Kurdistan rê dan û giranîya dewletên cîhanê piştgirîya xwe ji vê helwestê re nîşan da. Vê helwasta ku nedihat hêvîkirin, hemû planên mêtinkarên herêmê û neyarên gelê Kurd vala derxist!

Armanca mêtinkaran bi rêya DIÎŞ ê tunekirina gelê Kurd bû, lê îro yên dixwazin gelê Kurd ji vê tunekirinê rizgar bikin Amerîka û hêzên hevpeyman in ku heta îro hevkarê neyarên gelê Kurd bûn!

Divê PKK û partîyên ku li perçeyên Kurdistanê yên din avakirîye, stratejîya xwe û ya hevkar û hevpeymanîya xwe ji nuh de di ber çav re derbas bike! Firokên ku bi êrîşên ezmanî alîkarîya YPG kir, nehîştin ku ew têk biçin yên Amerîka û Brîtanya bûn!

Bila baş bêt zanîn ku dewletên mêtinkar û hemû alîgir û hêzên ku li dûv wan diçin bi tu awayî ne dost û hevkarê gelê Kurd e; berevacî vêna, îro dostê gelê Kurd, ku her çend ji bo berjewendîyên xwe be jî dewletên emperyal ku bi rêya êrîşên ezmanî û alîkarîya lojîstîk û yên wek Îsraîl e ku serxwebûna Kurdan dixwaze bi xwe ye.

Çimkî neteweya Kurd heta nebe xwedî dewlet, tu carî ji gef û êrîşên mêtinkaran û rêxêstinên mîna DIÎŞ ê xelas nabe.

Ji bo PKK/ PYD/PJAK û yên din rêya rastî xeta netewî ye! Xeta netewî û rizgarîya gelê Kurd û hevkarîya rastî ya gelên herêmê, di yekîtî, hevkarî û hevrêzîya hêzên Kurd re derbas dibe!

Îro gelê Kurd di qonaxek gelek grîng re derbas dibe. Dewletên Iraq û Sûrî otorîte û meşrûîyeta xwe ya navnetewî û li ser gelên di bin îdareya xwe de wenda kirine; lewra nikarin wan gelan biparêzin û li hember wan gelan sûcên mezin kirine.

Kurdistana Başûr, tevlî hemû bêîmkanîyan li hemû kêm netewe û ol û cemaetên cuda xwedî derdikeve. Îro îrdeyek xurt ya Rojavayêbaşûr jî heba ewê jî  li hemû gel, kêmnetewe, ol, mezheb û cemaetan xwedî derketa. Tevlî hemû kêmanîyan ew jî li kêm netewe û kêmolan xwedî derketine û ew parastine û îdareya xwe bi wan re par kirine.

Em bi berxwedan û qahremanîya mirovên xwe yên di nava YPG de ku parastina Kobanî dikin serbilind in, lê divê kesên wan bi rê ve dibe, di serî de sîyasetek li berjewendîya gelê Kurd û pişt re ya hemû gelan de bimeşîne. Vêya jî encax kare bi hevkarîya hemû hêzên li her çar perçeyên Kurdistanê pêk bê.

Ger hevkarîya hêzên Kurd pêk neyê û di vê rewşa aloz û qeyranê de sîyasetek şaş ku heta îro PKK/PYD dimeşîne berdewam bike, gelê Kurd wê gelek tiştan wenda bike.

Daxwaza Serokê gelê Kurd Mesûd Berzanî, him neteweyî û him jî mirovî ye. Kurdno, hêzên Kurd, PKK jê re bi alîkar û pê re bi hevkar bin, da ku gelê Kurd û Rojhilatanavîn bigehê aramî û azadîyê! 16-10-14

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *