Rubio: Barrack êdî ne Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê ye

Marco Rubio ragihand ku erkê Tom Barrack a wekîNûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê bi awayekî fermî bi dawî dibe.

Lê belê Tom Barrack dê wekî kesê sereke yê birêvebiriya Trump a ji bo karên Sûriyeû Îraqê bimîne.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê Xêdaxuyaniyek belav kir û ragihand:

“Balyoz Tom Barrack wekî nûnerê me yê taybet ê Sûriyeyê roleke bêhempa lîst.

Her çi qas ev erk bi dawî bibe jî, ew dê ji bo birêvebiriya Trump li Sûriye û Îraqêlîstina roleke sereke bidomîne.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha destnîşan kir:

“Tecrube, pêwendî û têgihiştina wî ya ajandaya ‘Amerîka di Pêşengiyê de’ dê binavê welatê me yê mezin bidestxistina serkeftinan bidomîne.”

Rubio da zanîn ku erkê Tom Barrack a wekî nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyêheta dawiya meha Gulana 2026an bû û da zanîn:

“Balyoz Tom Barrack wekî balyozê me yê taybet ê Sûriyeyê roleke mezin lîst.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *