Bedirxan Epozdemir
Di dîroka gelan da gelek bûyer, rojên taybetî, destan û serhildan hene ku bi naverokên xwe yên netewî gel li dor xwe civandine. Refên gel di saya wan da bi salan hatîye şitandin. Tu hêzek nikarîye vê şitandinê bide sist kirin. Gel jî li wana bê qeyd û şert xwedî derketî ye. Wana weka ronahîya çavên xwe parastî ye.
Weka nûmune ku em bêjin; ngîlîz, li Şekspîr, Romeo û Julîyet bi serbilindî xwedî derketine û îro jî rûmeteke giranbûha didine wana. Jan Dark, ruh û hisên netewî yên Fransizan zexim kirîye û wan li ser pîyan hiştî ye. Îro jî meriv dikarê bi hesûdî temaşa Fînî’yan bike, çawa ku li dor destana xwe ya netewî “Kalavelayê” dicivin.
Lê em, em Kurd ?
Rojên me yên pîroz, destana me ya qedirbilind Mem û Zîn, heyîna me Şerefna¬me ya giranbûha û newroza rengin ?
Gelo ji sedan çendê me qedir û rûmeta wana dizanê ? Me wana rewa kirîye, di kûrayî ya dilê xwe da neqis kirîye ? Yan tenê gotin û sloganin li ser lêvan? Pêwîste em bê xeyd wan bersivan baş bidin.
Li xweşê hinek cûwamêran neyê jî, ezê li vir dîsa piçêk zimanê xwe dirêj bikim. Eger îro desthelatî ya min hebûya, çiqas rexistin û tevgirêdanên Kurdan hebûn minê bernamê wana li gor naveroka Mem û Zîn û Şerefname saz bikra. Pîvana endamtîyê jî wê rewa kirin û di jîyana xwe da tetbiq kirina van her du berhemên nemir bûya. Vêca kanê wê Kurd di demekê kûrt da ji êş, azar, derd û belan xilas bibûyan yan na ? Ka tê cîyê birakûjî û neyartîyê di nav vê civatê da bimara, yan na?
iro, em êşa çî dikşînin ?
Bi ya min ya sê titan; yekîtî, evînî, jîyaneke bi rûmet.
Başe, Ehmedê Xanî yê nemir berî sêsed salan wana dananîye pêşîya me ?
Ka yekîtîya me, ka evînîya me ? jîyana bi rûmet beyî wana dikarê bê ?
Û mereqa min; gelo emê rojek bi mêrane ji dîroka xwe bikarbin lêborîn
bixwazin?
Li qenc û xirapên xwe (dereca qenc û xirapa çîye em vî jî baş nîzanin, lê
xelqê gotîye me jî rewa kirîye.) bî tevayî bikarbin xwedî derkevîn ?
Zarokên Ehmedê Xanî gerek lê şermezar nekin.
Dîroka destpêka rojnamegerîya netewan,eynî wext dîroka destpêka ronahîya
netewane. Sedem vî, bêguman rola rojnamegerîyê di azadî û rizgarîya gelan
da cîyeke xwe yê taybetî heye.
Sala 1898 ji bo rojnamegerî û rewşenbîrîya Kurda salake pîroze. Îsal me 128 salîya rojnama yekem ya Kurd ya”Kurdistan” e pîroz kir. Eynî wext îsal, 118 salî ya “Kürt Teavün ve Terakkî gazetesî” û 108 salî ya kovara “Jîn” e.
Destê mamosta Bozarslan xweş bî, ku wana zivrandîye zimanê îro û me jî van nemeta bê tem nehiştî ye. Bozarslan wan her sê rojnaman weka sê xwîşkên nazenîn dibîne ku di nav temena wan da deh sal, deh sal ferq heye. Ferqa temenê hebî jî, êş û azar, daxwaz û armanç yeke.
Çawa tê zanin, rojnama yekem ya Kurd “Kurdistan” sed û bist û heşt sal berê roja 22 Nîsanê di 1898 da ji alîyê rewşenbîrê Kurd yê nemir, Miqdad Mîthat Bedir-xan va lî Misir’ê dest bi weşana xwe kirîye.
Pêwîste roja 22 nîsanê di seranserê welat da jî alîyên sazî û rexistinên me va, bi fermî roja rojnamegîrî ya Kurd bê îlan kirin. Û her sal ev roj bê pîroz kirin. Her sal jî bi pernameyên taybetî, bi civîn û konferans, bi şahî û dîlan li welat û derveyê welat bê pîroz kirin. Ev pêşnîyar ji hemû dor û alîyan ra ye.
Merîv gava bi tevayî temaşa naveroka rojnama “Kurdistan” dîke, îro jî dikare gelek dersan jê bistine. Li ser rojnamê zilm û zordarîyeke nedîtî hatîye barandin. Cîh û wareke wê yê sabît çênebû ye. Sedem vî jî nav dayîna berêz Bozarslan ya rojnama “gerok” di cîh da ye.
Key îro rewşa rojname û rojnamevanen me ji dema rojnama “Kurdistan” çaqtîre? Bi tevayî dawî li “gerok”î yê hatîye ? Lê şik tuneye tê dawîya “gerok”î ye bê. Derman, yekîtî û evînî ye. Bi hesreta wan rojan.
Sed û Bist û Heşt salî ya rojnamegîrî ya Kurd pîroz bî.


