Rojhilata Navîn û cîhan di qonaxeke pir hestyar re derbas dibin. Qeyranên kûr pêsîra cîhanê girtine. Nêzî çar milyar kesan li cîhanê li nav herêmên şer in. Ji Ukrayna û Rûsyayê bigire heta Xeze, Îsraîl, Lubnan, Sûriye, Yemen, Sûdan, Etiyopya, Malta û şerên li Afrîkayê, ji bilî dilgiranî û fikarên di navbera Çîn û Taywanê, hevrikiyên Amerîka û Çînê û geşedanên xeternak ên derketina şer di navbera Rûsya û NATOyê de.
Gelek lêkolîner van bûyeran wekî qonaxa veguhêz ku destpêka çêbûna qonaxeke nû ye, bi nav dikin. Yek ji nîşanên bingehîn ên çêbûna vê qonaxa nû, bi dîtina min, guhertina dehkera şeran e. Wek mînak, piştî qonaxa bidawîhatina Şerê Sar û pêkhatina sazûmana nû ya cîhanê, xwezaya hevrikiyan guherî. Şer û hevrikiyan bêtir rehendeke navxweyî wergirt. Şer û pevçûn bûne şerên navxweyî. Diyar e ku ev jî ji ber serdestiya du prensîbên sereke di siyaseta navneteweyî de bû: Demokratîkbûn û cîhangerî.
Dewletên ku nikarîbûn xwe bi nirx û prensîbên demokrasiyê re biguncînin, herî zêde rastî pirsgirêkên navxweyî hatine. Ji ber ku gelên bindest daxwaza maf, azadî û wekheviyê dikirin, dewletên ne demokratîk ev yek wekî gefekê li ser yekparçeyiya xwe dihesiband. Ji sala 1991ê heta sala 2005an, nêzî 105 şer û hevrikî qewimîn ku tenê nêzî 7 cengan di navbera dewletan de bûn, 98 ceng li hundirê dewletan (intra-state conflict) bûn.
Lê di qonaxa niha de, ji ber parçebûna hêzê, tevî hebûna şerên navxweyî, xwezaya şeran vediguhere şerê di navbera dewletan de wek şerê berdewam ê Filistîn û Îsraîl, şerê Rûsya û Ukraynayê, hevrikiyên berdewam ên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, manewrayên leşkerî yên di navbera her du Koreyan de, gefên berdewam ên Çînê li ser Taywanê û ya herî girîng jî, şerê sînordar ku niha di navbera Îsraîl û Îranê de heye ku bi îhtimaleke mezin dê nexşeya siyasî li Rojhilata Navîn biguhere û ger ev yek pêk were, dê bibe destpêka qonaxeke nû di sîstema cîhanî de û dê bandoreke wê ya mezin û piralî hebe.
Ev bûyer dê bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn bikin, ji ber ku Rojhilata Navîn bi xwe herêmeke tijî nearamî û hevrikiyên kûr e û piraniya şeran jî li Rojhilata Navîn in. Lewra, pirs ev e: Gelo Rojhilata Navîn ber bi kû ve diçe?
Rojhilata Navîn ber bi kû ve diçe?
Berî ku ez bersiva vê pirsê bidim, girîng e ku em vegerin ser sernavê gotarê, “Rojhilata Navîn a berê çû, yeke nû tê”, Rêveberê Enstîtuya Almanî ya Karûbarên Navneteweyî û AÅŸtiyê Volker Peters, di pirtûkeke 145 rûpelî de sala 2015 ev hevok cara ewil bi kar anî û nîşana têkçûna sînorên Sykes-Picotê yên sala 1916an bû ku ji pêşî ve sînorên Sykes-Picotê ji aliyê piraniya dewletan ve nehatibûn qebûlkirin. Loma hin lêkolîner ji Peymana Sykes-Picotê re dibêjin reh û koka xerabiyê, bi gotineke din, ango xerabî, ÅŸer û malwêranî li Rojhilata Navîn kuta nabin, heta sînorên ku Sykes-Picotê derxistibûn meydanê, neyên têkbirin û ÅŸikandin.
Peters amaje bi wê yekê dike ku Rojhilata Navîn li pêşberî guhertinên mezin e û ev guhertin jî li ser asta dewletan e ku ji Kendava Erebî heta dilê Afrîkayê dirêj dibin û nêzî 35 dewletên din dê li Rojhilata Navîn ji dayik bibin û nexşeya siyasî ya herêmê biguherin. Ango Rojhilata Navîn li ber deriyê hejîneke dîrokî ya kûr e. Bi vegera li sînoran û paşxaneya nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn û hin dewletên wê, dikare bê gotin ku ev hejîn tiştekî bivênevê ye û divê biqewime. Tiştê ku maye tenê meseleya demê ye, lê ev qonaxa niha û bûyerên vêga ji me re dibêjin ku hejîn ne dûr e û em ji her demê bêhtir nêzî wê bûne.
Dibe ku kesine din jî hebûn ku baweriya wan bi guhertinên mezin ên li ser asta dewletan li Rojhilata Navîn hebû, wek nimûne, efserê xanenişînkirî yê Amerîkî Peter Ralph sala 2006 di gotareke xwe ya bi navê Sînorên Xwînelû (Bloody Borders) de ku di kovara Hêzên Çekdar (Armed Forces) de hate weşandin, dabaşa têkçûna sînorên Rojhilata Navîn dike. Di vê gotarê de, bi zelalî behsa parçebûna Îraq, Sûriye û Îranê dike. Me dît jî ku nêrînên wî yên li ser dabeşkirina Îraqê bo sê herêmên Şîe, Sune û Kurdistanê nêzî rastiyê ne û di ketwarê de têne dîtin. Ew di wê baweriyê de ye ku ev parçekirin dê berî bide Îranê jî û wê jî li xwe bigire.
Di heman gotarê de Ralph di wê baweriyê de ye ku dewleta Kurdistana azad wê bibe yek ji mezintirîn serketiyên guhertinên li Rojhilata Navîn. Her wiha Ralph di wê baweriyê de ye ku sînorên herî çelexwarî û lerzok sînorên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ne, ji ber ku ew sînor li gorî dilê hêzên mezin ên Ewropayê hatine kişandin û ne sînorên dadmend in. Loma ew bawer dike ku heta çareseriyek ji pirsgirêkên bingehîn û sînorên zordest ên Rojhilata Navîn re neyê dîtin, wê xwîn, kuştin, qirkirin, şer û qelana bi milyonan mirov berdewam bike, lewra jî nav lê tîne sînorên xwînelû.
Îcar ger em bersiva pirsa, Rojhilata Navîn ber bi kû ve diçe? bidin, dikare were gotin ber bi parçebûn, nedilniyayî û ji nû ve avakirinê ve diçe. Destwerdanên biyanî di hundirê dewletên Rojhilata Navîn de destpêka guhertin û hejîna ku li navçeyê diqewime. Destwerdana leşkerî li Îraq û Efxanistanê (2003) û li Lîbyayê (2011) û destwerdana sînordar li Sûriyê, destpêka derketina şer di navbera Îsraîl û Îranê de nîşanên cîbicîbûn, pratîzkirin û rastderketina tezên ku behsa hilweşandina sînorên Sykes-Picotê dikin.
Wek mînak, li gor dîplomatê amerîkî Peter Galbraith, di pirtûka xwe ya bi navê Dawiya Îraqê de, ew di wê baweriyê de ye ku Amerîkiyan şerê li Iraqê vekirî hiştiye û di wê baweriyê de ye ku çarenûsa Îraqê dabeşbûna li ser sê dewletan e, ji ber ku Amerîka têk çû Îraqeke nûjen li ser bingeha demokrasiyê ji nû ve ava bike, lewra ew wer difikire ku heta ku pêvajoya dabeşbûnê bi dawî nebe, şer û malwêranî li Îraqê bi dawî nabin.
Ji aliyekî din ve, faktoreke girîng ku wer dike em bibêjin ku dewletên herêmê nêzî têkçûn û hilweşandina sînorên xwe dibin, nebûna rewatiyê ye, rewatî bi wateya hebûna çanda demokrasiyê, serweriya qanûnê û misogerkirina dadmendiya civakî.
Li gorî Fukuyama, di sîstemeke ne demokratîk de rewatî çênabe ji ber ku sîstema demokratîk rewatiyê ji demokrasiyê û raya giştî distîne. Her wisa qala dewletên kendavê dike, dibêje rast e celebekî aramî û refahê li wir heye, lê ev nayê wateya rewatiyê çimkî ew refah berhema hebûna petrolê ye û bi nirxê petrolê ve girêdayî ye, her dema ku petrol nemîne yan jî nirxê wê gelekî dakeve, sîstema wan rewabûna xwe ji dest dide, lewra sînor û aramiya welatên kendavê jî di bin metirsiyê de ye.
Piştî bûyerên Bihara Erebî ku di dawiya sala 2010an de dest pê kir, niha piştî nêzî salekê di ser bûyerên Xezeyê û êrîşa 7ê Cotmehê re, Rojhilata Navîn vêga ji her demê zêdetir li ser keviya teqîneke mezin e. Wek mînak, piştî salekê zêdetirî 42 hezar şêniyên Xezeyê hatin kuştin ku di nav kuştiyan de serkirdeyên payebilind ên Hemasê yên wek Îsmaîl Heniye, Yehya Sinwar û hin serkirdeyên din jî hene. Ji bilî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û kuştina serokê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nasralah. Ango guhertin niha pir aloz û bilez in.
Bi taybetî tirs û dilfikariya gelê Îsraîlê piştî tevlîbûna hêzên wekalet ên Îranê bi piştevaniya Îranê di şer de, bûye sedem ku Îsraîl roj bi roj şer girantir û firehtir bike. Vêga tê çaverêkirin ku şerekî mezin di navbera Îran û Îsraîlê de çêbibe, ger ev şer çêbibe, dê bandora xwe li herêm û cîhanê jî bike. Nexşeya Rojhilata Navîn dikare were sererastkirin. Hemî dewletên deverê ji bo rûbirûbûna astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin xwe amade dikin. Erebistana Siûdî dibêje em hewl didin ku ev şer neqewime. Urdun dibêje, dema şer derkeve û agirê wî bigihêje me, em ê xwe gelekî biparêzin.
Her wiha yek ji sedemên destpêkirina pêvajoya aştiyê ya niha li Tirkiyê têkildarî bûyerên vêga yên li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku bi awayekî ji awayan Netanyahu gef li Tirkiyê jî xwar û got destê Îsraîlê digihe her derê û Îsraîl dikare nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn biguhere. Bê guman, Tirkiyê ji bikaranîna Kurdan li hundirê wî welatî ditirse û ji çêbûna qeyranên siyasî û leşkerî jî ditirse ji bilî ku ji ber qeyrana aborî dinale.
Herêma Kurdistanê di hevkêşeyan de li kû ye?
Kurd bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî di navenda bûyeran de ne û dê bibin aktorên sereke di guhertinan de jî. Dema ku nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve were xêzkirin, çêbûna dewleta Kurdistana serbest yek ji senaryoyan e lê pirseke mezin ev e: Kurd bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî çi qasî ji guhertinan re amade ne? Divê her tişt bi faktorên derve ve neyê girêdan. Gelek caran derfetên baş derketine meydanê û faktorên derve jî bûne alîkar, lê ji ber neamadebûna Kurdan û faktorên navxweyî, firsend û derfetên baş hatine beravêtîkirin. Ji bo vê yekê, dibe ku bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn mînakeke baş bin ku pêkan bû bi saya yekrêziyê piştgiriya encamên referandûma serxwebûnê bihata kirin û qet nebe çarenivîsa navçeyên cihê nakokiyê ne wekî niha bûya.
Niha Herêma Kurdistanê bi lidarxistina hilbijartineke pir baÅŸ ku dengvedan û piÅŸtgiriya navxweyî û navneteweyî li pey xwe anî di atmosfereke aram de, ji bo amadekariya bûyer û geÅŸedanan destpêkeke baÅŸ çêkir. Di roja dawî ya kampanyayê de jî, Serok Barzanî li Stadyuma Navdewletî ya Franso Herîrî li Hewlêrê bangewaziyeke niÅŸtimanî û neteweyî li aliyên serkeftî kir, ji bo avakirina hikûmeteke niÅŸtimanî ya rewa û xurt, dema got “Divê yek hikûmet, yek parlamento û yek hêza pêşmergeyan hebe.” Bi baweriya min, ev dîtina neteweyî û di dema kampanyaya hilbijartinê de, amadekirina Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna astengî û pêşhateyan û bikaranîna derfetên siyasî ye.
Ango, vêga girîng e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi hestkirina herî zêde ya berpirsiyariya dîrokî di zûtirîn dem de hikûmeteke niştimanî ya xurt ava bikin û seba Kurdistanê û amadebûna tam ji bo rûbirûbûna astengiyan, ji hin daxwaz û berjewendiyên xwe yên hizbî paşde vegerin. Pêşhat û bûyer dikarin li ser Herêma Kurdistanê û gelê Kurd bi gelemperî hem gef bin hem jî derfet bin. Ger dîtin û nêrîna hevpar a niştimanî û giyanê hevkarî û hevgirtinê hebin dê bibin derfet. Dîrok jî ji me re dibêje, gava Kurd bûne yek, ti hêzê nikarîbû vîna wan bişikîne.
Her wisa, ya ku girîng e û divê bê kirin, xasma li navendên lêkolînê û zanîngehan, tezên ku di vê gotarê de hatin behskirin, werin nîqaşkirin, gotûbêjên zanistî, semînar, komxebat û konferansên zanistî di navbera pispor û biryarderên Herêma Kurdistanê de werin sazkirin ji bo ku ji hêla zanistî ve encam û pêşniyarên zanistî pêşkêşî gel û desthilatê werin kirin û mijara çêbûna dewleta Kurdî cardin were zindîkirin ji bo ku qet nebe em berî bûyeran ji hêla giyanî û neteweyî ve rûbirûyî astengiyan bibin.
Di dawiyê de, bûyer nîşanî me didin ku nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn di nav guhertineke mezin de ye û bandoreke wê ya mezin li ser tevahiya deverê heye. Ya ji bo Kurdan girîng ew e ka ew ji bo rûbirûbûna pêşhat, asteng û senaryoyan çi qasî amade ne.
Dr. Ednan Mecîd Mihemed
Rûdaw