Rojhilat | Şanda PDK-Î beşdarî konferansa Çîn û Ewropayê bû

Şanda Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku ji rêzdaran Hisam Destpêş û Aso Ezîzî pêk dihat beşdarî konferansa “Paşeroja Pêwendiyên Aborî yên Yekîtiya Ewropa û Çînê li Rojhilata Navîn” bû.

Di konferansa ku ji 2 beşan pêk hatibû de, di beşa yekem de hejmarek pisporên warê aborî û mamostayên zanîngehên welatên Çîn û Yekîtiya Ewropayê gotarên xwe pêşkêş kirin.

Di beşa duyem de jî beşdarên konferansê pirsên xwe ji birêveberên konferansê kirin û Heyeta Hizba Dêmokrat jî li ser mijara çalakbûn a mekanîzmeya dorpêçên ser Îranê “SnapBack” û dorpêçên aborî yên cîhanî axivî û pirs ji birêveberên panelê kirin ku bersiva wan hate dayîn.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *