Birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK), derbarê bicihkirina Sipaha Pasdarên Şoreşê di lîsteya terorê de ji aliyê Parlamentoya Belçîkayê ve peyamek weşand.
Nivîsa peyamê wiha ye:
Em hewldana parlamentoya Belçîkayê ya ji bo bicihkirina Sipaha Pasdaran di lîsteya terorê de wekî gaveke girîng ber bi eşkerekirina rûyê rastîn ê Komara Îslamî û baskê wê yê tepeserker û dijî-gel ve dibînin û piştgirî dikin.
Em hêvî dikin ku ev gav dê Yekîtiya Ewropayê teşwîq bike ku gaveke mîna ya ku piraniya gelê Îranê dixwaze, bavêje.
Birêz Mistefa Hicrî
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
20.07.2025


