Rexne yan hêvî şikandin!

Cano AMEDÎ

Di vê pêvajoya dawî de, di nav civata Kurdistanê de bandora têkçûn û hêvîşikestinê, têra xwe tesîrek negatif derxistîye pêş. Fedakarî û bawerîya bîrdozîyê, her diçe roj bi roj rastî êrîşan tê. Sekin û bertekên şoreşgerî, di nava civatê de pirî caran deng venade. Sedem pir in; ji bo lêkolîn û encamên rasteqîn, pêwîstîya me bi bîrdanek (hafizayek) zîndî heye. Berîya her tiştî, divê em destpêka lêpirsînê ji kesayeta xwe, ji malbata xwe, ji rêxistina xwe û ji cıvata xwe dest pêbikin.

Ev xelekên di hundur hev de, bi hev ve giradayî, divê em baş binîrxînin. Pirs û bersîvên me, divê li gorî rastîya pêvajoyên ku em tê re derbas bûne bin. Gotinên mezin, gilî û gazinên ji rastîya jîyanê dûr, me ji armancên hevbeş dûr dixe. Ji ber vê yekê, divê em pêvajoya 42 salên dawî weke rêze fîlmekî di ber çav re derbas bikin.

Em di kîjan demên tarî re derbas bûn? Em rastî kîjan bahoz û tofanan hatin? Ew erdhêj û lehîyên di ser me re derbas bûn çi bûn? Temenê me, zanyarî û tecrubên me, kelecanî û îradeya têkoşerîya me, di kîjan astê de bû? Berpirsîyarîyên me, yên kesayetî, malbatî, civakî û rêxistinî çi bûn? Di pêvajoya ku keştîyê av girt, me çiqas berpirsîyarîyên xwe bi cîh anî û li dijî êrîş û gufşa tunekirinê helwest girt? Ji bo em hevdû baş fam bikin û bikaribin hevdû gohdar bikin, pêwîst e her kesayet di şexsê xwe de, li ser bingeha pîvanên heq, hûqûq û ûjdanê de muhasebeyek rasteqîn bike.

Pîvan û sînorên rexne û tawanbarîyê, heqaret û dadgeh kirinê ji hev cûda ne. Dilşikestin û bêbawerî ji hev cûda ne. Gilî û gazinc, heta astekê wateya wan heye, lê gava weke nexweşîyek domdar, her tim di rojevê de be, ji bilî xirabî û dilmayinê tu feydeyek nagihîne xwedîyê xwe. Ev jî di navbera “hevrê”yên doyin de dîwarên kor ava dike! Ev rewş, mirovan ji hev dûr dixe. Herkes dibe hêsîrê hestên xwe. Ji dêbila ku enerjî û îradeya xwe li hemberî dagîrkeran nişan bidin, bi bawerîyek kor li hemberî hev nişan didin.

Pêwîstîya civata Kurd bi rexneyên çêkir û pêşnîyarên awarte ku rê li ber hişmendîyek netewî veke, di pratîkê de kar û xebatên rêxistinî bi hêz bike heye. Em baş dizanin ku civatên bê rêxistin, ji berjewendî û hişmendîya netewperwerîya xwe dûr ketine, ji bo netewên desthilatdar “nêçîrek” hêsanin!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *