Kemal TOLAN
Nêrîna min a li ser Rewşa Êzdiyan a li Diyasporayê û Tevlîhevkirina Nasnameyê
Bi dîtina min, rewşa Êzdiyan a li diyasporayê mîna şûrê du-devî ye. Ji aliyekî ve azadî û ewlehiya fîzîkî heye, lê ji aliyêdin ve metirsiya windabûna çandî û dînî ya ku bi sedsalan di bin zextên giran de hatibû parastin, îro di bin navê“modernîteyê” de bi awayekî bêdeng ber bi lewazbûnê vediçe.
1. Êzdîtî di Navbera Du Sedsalan de: Hişmendiya Nûjen an Keremetên li Hêviyê?
Li gorî lêkolînên civakî û çavdêriyên li ser civaka Êzdî ya li derveyî welat, cudahiya di navbera entegrasyon û asîmîlasyonê de gelek caran tê tevlîhevkirin. Entegrasyon ewe ku mirov hînî ziman, qanûn û pergala welatê nû bibe, lê çandû nasnameya xwe ya resen biparêze. Lê mixabin û bi nêrînagelek rewşenbîrên me, ya ku îro diqewime zêdetir ber bi asîmîlasyonê ve diçe. Çima? Ji ber ku dînê Êzdîtiyê dînê“ilmî-devkî” ye. Dema ku nifşê nû bi zimanê dayikê (Kurdî) napeyive, ew qewl û beytên ku bingeha Êzdîtiyê ne, ji wan rexerîb dimînin. Ez bawer dikim, gava ziman winda bibe, nasnameya Êzdîtiyê ya li diyasporayê dê di nav demeke ne dirêj de dîsa li hêviya surr û keremetên afirînerê xwe bimîne û naveroka kevneşopiyên wê jî dê bihele.
2. Şûrê Du-Devî yê Diyasporayê: Ji Entegrasyonê Ber bi Xeteriya Asîmîlasyonê ve.
Mijara nasnameyê di nav Êzdiyan de her tim bûye cihê nîqaşê. Bi zanîna min a dîrokî, Êzdîtî kok û binyada Kurdîtiyê ye. Lê li diyasporayê, em dibînin ku dabeşbûneke kûr di navbera“Nasnameya Dînî” û “Nasnameya Neteweyî” de çêbûye. Bi baweriya min, ev dabeşbûn encama fermanên li serê me hatineû polîtîkayên dewletên serdest e. Dema ku civakek tûşîjenosîdê dibe, hesta “tenêmayînê” xurt dibe. Lê heke emnasnameya xwe ya neteweyî û dînî ji hev cuda bikin, em ê di qada navneteweyî de pir lawaz bibin.
3. Nasnameya Birîndar: Di Navbera Aqilê Modern û Îmana Kevneşop de Pêşeroja Êzdiyan.
Li vir, xaleke pir bi êş heye. Mixabin serok û endamênMeclîsa Ruhanî ya Êzdiyan a Bilind, di çareserkirinapirsgirêkên Êzdiyan yên di navbera modernîzm û kevneşopiyêde gelek lawaz dimînin. Bi dîtina min û bi nêrîna gelek kesênku mîna min bi xemxurî li meseleyê dinerin, ew “rêberên me” çareserkirina van pirsgirêkan li hêviya surr û keremetên ji baXwedê dihêlin. Hêvî dikim kes ji min şaş fêhm neke; baweriya min a bê-sînor ji wan surr û keremetan re heye, lê di ilmê me de tê gotin: “Xwedê gotiye, tu rabe ez bi te re“ . Ez jîbawer dikim, kesê berxwe nede ew bi ser nakeve. Evbêhelwestiya “rêberên me” ya bi vî rengî, ji bo parastinaÊzdîtiya li nav û derveyî welat bêberpirsyariyeke mezin e.
Bi baweriya min, di sedsala 21’an de rêveberiya civakekênabe ku tenê bi duayan û bi paşguhkirina pirsgirêkên civakîbimeşe. Bi nêrîna min a li ser vê tespîtê, rêya herî rast ew e kuem rewşenbîr, ilimdar, oldar û serokên meclîsê, nirxênÊzdîtiya xwe ya mirovî, hez û felsefeya kevneşopiyên xweyên aştiyane biparêzin; her wiha di heman demê de xwe di navmodernîzmê de bi zanist û teknolojiya serdemê birêxistinbikin. Heke em nebin pêşengên vê guherînê, dê qutbûnekedîrokî di navbera nifşê nû û ruhanîyeta me de pêk were.
4. Xwedê Gotiye “Tu Rabe”: Banga Rewşenbîrên Êzdî jibo Rêxistinbûn û Guherînê.
Bi zanîna min, îro li Ewropayê bi sedan mal û komeleyênÊzdiyan hene, lê koordînasyona di nava wan de kêm e. Ezbawer dikim ku heta saziyeke navendî û akademîk neyêavakirin, em ê nekaribin li hember pêla asîmîlasyonêbisekinin. Li gorî rewşa heyî, divê zarokekî Êzdî yê li diyasporayê hem bi zimanê welatê nû baş bizanibe, hem jîfelsefeya “Xwenasînê” ya Êzdîtiyê bi awayekî zanistî hîn bibe.
5. Êzdîtiya li Diyasporayê: Sînorê Tenik ê di NavberaMayîn û Windabûnê de.
Bi dîtina min, pêşeroja Êzdiyan bi wê ve girêdayî ye ku emçiqasî dikarin hişmendî (aqil) û îmanê li hev bînin. Ez bawerdikim ku gelê me yê ku di nav gelek fermanan de serê xwenetewandiye, dê li diyasporayê jî bi hêza baweriya TawisîMelek, hişmendiya rewşenbîran û nûbûna saziyên xweserbikeve.
Banga ji bo Hevgirtina Rewşenbîrî
Bi baweriya min, êdî dema wê hatiye ku em rewşenbîr, ilimdar û kesên xemxurên vê civakê, ji bêdengiyê derkevin. Em nikarin pêşeroja zarokên xwe tenê bispêrin keremetan an jî di bin pêla asîmîlasyonê de winda bibin.
Ez bawer dikim ku hêza me di “Yekbûna Hişmendiyê” de ye. Ji ber vê yekê, ez bang li hemû rewşenbîrên Êzdî dikim: Werin em bi aqilê modern û bi vîna “Tu rabe, ez bi te re“, platformeke hevpar ava bikin. Werin em bibin ew dengê kuMeclîsa Ruhanî ber bi guherînê ve bikişîne û nasnameya meya birîndar biparêze.
Pêşeroj ne li benda kesên ku radiwestin e, lê li benda kesên ku“radibin” e.
Nivîskar û lêkolînerê Êzdîtiyê Kemal Tolan
#NasnameyaÊzdîtiyê, #ModernîzmaÊzdîtiyê

