Rêveberiya Xweser a ragihand, her pêvajoyeke siyasî ya ji bo paÅŸeroja Sûriyeyê ku ew û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê de nebin, “pêvajoyeke netemam e û metirsiya ÅŸikestinê li ser e.”
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ku îşev belav kir de piştgirî da daxuyaniya Konseya Ewlehiy ya Navneteweyî ku 10ê Tebaxê hatibû dayîn û tê de tawanên li dijî xelkê sivîl ên li Siwêdayê hatine şermezarkirin.
Li gorî Rêveberiya Xweser, daxuyaniya Konseya Ewlehiyl li gel xalên rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hevaheng e, her wiha li gel encamên Konferansa Yekrêziya Helwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku 8ê vê mehê li bajarê Hisîçayê hatibû lidarxistin.
Rêveberiyê tekezî li ser wê yekê kir ku pabendbûna bi biryarnameya 2254an a Konseya Ewlehiyê û bingehên wê, ji bo veguhestineke siyasî ya rasteqîn li Sûriyeyê “çarçoveyeke berfireh e û ti alternatîfa wê nîne.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Pêwîst e beÅŸdarbûna hemû hêzên bibandor ên li ser erdê were misogerkirin, di nav wan de Rêveberiya Xweser û hêza wê ya leÅŸkerî, HSD, wekî aliyekî sereke yê hevkêşeya Sûriyeyê, rûbirûbûna terorê û parastina aramiyê.”
Her wiha hiÅŸyarî da ku, “Her pêvajoyeke siyasî ku hêzên bibandor ên nûnertiya îradeya bi milyonan Sûriyeyiyayan dikin dûr bixe, dê bibe pêvajoyeke kêm û dê bi têkçûnê re rû bi rû bimîne û encamên wê yên xirab hebin.”
Rêveberiya Xweser amadebûna xwe ya tam ji bo beşdarbûna di bicîkirina naveroka biryarnameya 2254an de nîşan da ku van xalan li xwe digire:
– Avakirina desteyeke birêvebir a veguhêz a berfireh.
– Rawestandina operasyonên leÅŸkerî û gefên ji her alî ve.
– Amadekirina destûreke nû ya bi lihevkirinê.
– Avakirina hikûmeteke veguhêz ku hemû pêkhateyan li xwe bigire.
– Berdewamkirina rûbirûbûna terorê.
– Vegera koçberan ji bo warên xwe.
– Lidarxistina hilbijartineke azad û bêalî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de.
Di dawiyê de, Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî “roleke sereke û bibandor” bilîze di serpereÅŸtîkirina diyalogeke niÅŸtimanî ya berfireh de ku hemû aliyên Sûriyeyî bêyî cudahî di nav xwe de bihewîne, ji bo avakirina “Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û yekgirtî.” (Rûdaw)


