Zext û zordariya Rejîma Îranê ya li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike. Di pêleke nû ya girtinê de, hêzên Wezareta Îtlaatê (dezgeha sîxuriyê ya rejîmê) li bajarê Kamêranê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 zarokên Kurd binçav kirin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Binçavkirinên bêyî biryara dadgehê
Hengawê ragihand ku binçavkirina van zarokan bêyî tu belgeyeke hiqûqî û tevî îşkenceya fîzîkî/derûnî pêk hatiye. Navê zarokên hatine binçavkirin û demên girtina wan weha ne:
Roja Duşemê, 8ê Îlonê: Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî, roja Pêncşemê, 11ê Îlonê: Peyam Husênî, roja Înê, 12ê Îlonê: Îhsan Sebûrî û Kawan Sebûrî.
Heta niha tu agahiyeke fermî derbarê sedema girtina van 5 zarokên Kurd û cihê ragirtina wan de nehatiye dayîn. Li gorî zanyariyan, Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî piştî binçavkirinê bo girtîgeheke Wezareta Îtlaatê ya li bajarê Sineyê hatine veguhestin, lê çarenivîsa 3 zarokên din hîn jî ne diyar e. (PK)


