Referandûma Makezagonê; Mijara Makezagonê Ya Dewlata Nû Çareser Nake…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Tê zanîn ku di Makezagona Tirkiyeyê ya heyî de (Makezagona Dewleta Kemalîst û Darbeya Leşkerî ya 12 îlona 1980yî), gelek caran guhertin pêk hatin.

Van guhertinan  têrê nekir, guhertinek nû ya makezagonê dê îro pêşwazî gel bibe. Ji bona guhertina makezagonê referandûmek nû dê çê bibe.

Ji bona guhertina makezagonê di referandûmê de 4 helwest hene.

1-Kes ûu dezgehên ji guhertina makezagonê re dibêjin “erê” hene.

2-Kesû dezgehên ên ji guhertina makezagonê re dibêjin “na” hene.

3-Kes û dezgehên guhertina makezagonê “boyqot” dikin,.

4-Kesên naçin dengdanê, Lê ji kesên dengdidin re dibêjin, deng bidin “erê” ye ya “na” ye.

Encama referandûmê îro dê derengiya şevê diyar bibe.

Gorî baweriyeke xurt, ji guhertinê re dengên “erê “ dê bibin piranî. Gorî baweriyekê jî dengên “na” dê bibin piranî.

Gorî baweriya min, qasî min qempenyaya şopandiyê, lêkolîn û şiroveyên ku min şopandine, diyar dikin ku di referandûmê de dengên “erê” dê pir derkevin.

Lê encama referandûmê çi dibe bila bibe, rastiyek heye ku piştî referandûmê  “makezagoneke nu” dê di rojevê de be.

Loma jî divê em makezagona kev û makezagona nû terîf bikim. Taybetiyên makezagona nû diyar bikin. 

Makezagonên Li Tirkiyeyê…                         

Makezagonên ku piştî dewleta kemalîst ava bû, hatine çêkirin û pejirandin, peymeneke civakî nebûn. Ya heyî jî peymana civakî nîn e.

Wek tê zanîn, makezagonên demokratîk, li welatekî Milet û kêmneteweyên bi hev re dijîn, ji bona ku jiyaneke mişterek ya wekhevî ava bikin, bipejirînin, di navbeyna xwe de bi bi îradeyeke azad û demokratîk peymanekekê çê dikin.

Ev peymana jî dibe makezagon. Qanûnên din jî girêdayî makezagonên tên ava kirin.

Makezagon di hemandem de qerektera dewletê û rejîmê jî diyar dike. Heger makezagon daxwazên hemû miletan û kêmnetewweyan temsîl bikin, ew di heman dem de ji bona avakirina rejîmeke demokratîk re, rê vedike û ji bona avakirina rejîmeke demokratîk derfet û zihniyet û dezgehbûnê çê dike.

Loma jî di navbeyna dewlet û makezagonê de eleqeyek raste rast heye.

Heger li welatekî ku pir Milet û kêmnetewe bi hev re bijîn, dewlet bes a yek mieletekî be, makezagona wê dewletê jî otorîter, ne demokrat, yekinî, unîter dibe. Mafên miletên din û kêmneteweyan napejirîne.

Heger li welatekî pir Milet û kêmnetewe hene, dewlet ya hemû Milet û kêmneteweyan be, ew dewleta federal û plural dibe. Makezagon jî ya hemû miletan dibe.

Wê demê:

1-Makezagon, dibe, peymeneke civakî.

2- Di makezagonê de mafên hemû Milet û kêmneteweyan wek hev tên diyar kirin.

3-Hemû Milet serwer û desthilatdar dibin. Xwediyê statuyeke siyasî dibin.

4-Li wî welatî, her miletek meclîs, hikûmet û dezgehên xwe yên din xweser ava dikin.

5-Zimanê wan dibe zimanê fermî û perwwredeyî.

6-Li wê dewletê hêjayiyên milî yên hemû miletan tên parastin û ji bona ku pêş bikevin, xebeteke hevbeş tê kirin.

7-Li wan welatan Ala her miletekî tê bilind kirin.

Dewletsa Tirk piştî Împeratoriya Osmanî,  wek dewleteke miletê tirk jî ava nebû. Bes wek dewletek burokratên sivîl û leşkerî hat ava kirin.

Dezgehên dewletê jî gorî vê hatin ava kirin. Dewlet nebû dewleta kurdan û kêmneteweyan.

 Mafên miletê kurd yên milî û civakî û siyasî û çandî bi her awayî hat qedexe  kirin û hatin xesip kirin.

Loma jî dewlet nebû dewletek demokratîk, plural. Bû dewletek unîter, kolonyalîst, dagirker.

Meclîsê, hikûmetê, orduyê, hemû dezgehên heyî, dezgehên hiqûqî nebûn dezgehên miletê kurd û kêmneteweyên li Tirkiyeyê.

Loma jî dema jî makezagonek ji bona dewletê hat çêkirin, nebû peymaneke civakî. Nebû makezagona kurdan.

Makezagona hatiye çê kirin, kurd wek miletekî tune qebûl kir. Mafên miletê kurd red kir û tune qebûl kir.

Ji bona rejîmeke ortorîter, faşîst, kolonyalîst bû bingeh û referans.

Makezagonên piştî desthilatdarî û dîktatoriya Aatatirk jî hatin çêkirin, xwediyê hemenqerekterê bûn.

Xulasa di encemaê de dikarim bibêjim ku makezagonên li Tirkiyeyê çêbûne, nebûne makezagona miletê kurd. Guhertinên di makezagonan de jî çêbûn, di qerektera makezagonan de guhertinek çê nekirin. Makezagon, nekir makezagona kurdan

Loma jî guhertina ku pêşwaziya milet dibe jî, ji bona kurdan bi taybet tiştekî îfade nake.

 Makezagona nû dê çewa bibe?

Ji bona ku makezagon bibe makezagona kurdan jî, divê kurd, tirk, kêmnetewe, hemû terefên li Tirkiyeyê bi hev  re peymaneke civakî yanî makezagoneke nû çê bikin.

Ew zagona jî, dewleta hevbeş ava dike.

Divê ew dewleta jî bibe dewleta federal.

Wê demê dewlet bes nabe dewleta miletekî. Wê demê mafê hemû miletan wekhev dibe. Hemû Milet serwer û desthilatdar dibin.

Ev makezagona bi qerektera xwe, ji dewleta heyî ferqtir deewletekê ava dike. Dewlet dibe du dewletên cûda. Dewlet demokratîze dibe. Dewlet ji qerektera xwe ya dagirkerî û kolonyalîst û faşîst dûr dikeve.

Dewlet dibe dewleta kurd û tirkan.

Divê ev makezagona ji bona dewleteke ferderal be.

Gorî rastiya sosyalojîk û miletên heyî kurdan tirkan bê çê kirin.

Divê demokrasiyê ji bona xwe wek rejîmekê bipejirîne. Heger demokrasî wek rejîm  nepejirîne, jiyana dewleta federal mimkun nabe.

Divê makezagon, gorî hiqûqa navneteweyî bê çê kirin û desthilatdariya hiqûqê bipejirîne.

Mafê kolletîf û şexsî baş formule bike û biparêze.

Ji bona vê yekê piştî ku referandûm hat li darxistin; divê ku makezagona nû bikeve rojevê. Ji bona vê jî rol û mîsyoneke girîng dê li ser milê tevger û siyasetmedarên Kurdistanê bin. 

Amed, 16. 04. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *