Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji endamên Kongresê re raporek amade kir. Di raporê de hatiye eşkerekirin, artêşa nû ya Sûriyê, ku ji aliyê hikûmeta veguhêz ve tê rêvebirin, ne xwediyê artêşeke yekgirtî ya normal e, lê belê koalîsyoneke qels û parçebûyî ye ku tê de serokên Encumena Rizgariya Sûriyê (Cebhet el-Nusra) hene. Herwiha çend hêzên milîs û terorîst û tundrew yên Sunî jî li xwe digre.
Rapora 70 rûpelan ji aliyê rojnamevana Amerîkî Hadel Owes ve hatiye kurtkirin û li ser rûpela Facebookê hatiye belav kirin. Tê de tê gotin, “Pentagonê li dijî berfirehkirina desthilatên hikûmeta Sûriyê ya niha hişyarî daye.”
Di raporê de herwiha di Kongresê de fikarên li ser her sivikkirina dorpêçan li ser Şamê hatin raberkirin, ku ji bo rêveberiyê dijwar dike ku efûyan nû bike an jî destûrê bide pêkanîna protokol û lihevtêgihîştina aborî ku Şamê bi hin welatan re îmze kiriye.
Hêjayî gotinê ye di raporê de tê eşkere kirin: “Hin şopdarên rêxistina Huras el-Dîn ku – baskê terorîst ê El-Qaîdeyê li Sûriyê ye li derfetan digerin ku bandorê li hikûmeta nû ya Şamê bikin.”
Di raporê de herwiha tê gotin, “Komên girêdayî El-Qaîdeyê yên di bin çavdêriya Encumena Rizgariya Sûriyê de berdewam dikin ku tevbigerin û bandorê li avakirin û polîtîkayên hikûmeta nû ya Sûriyê bikin.”
Di raporê de tê gotin, “Fikarên li Washingtonê li ser hikûmeta Ehmed Şera berdewam dikin, her çend artêşa Amerîkî hebûna xwe li Sûriye û Iraqê kêm bike jî.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, meha Gulanê, hikûmeta Şamê Ehmed Îhsan Feyaz el-Heys wek fermandarê Firqeya 86an a artêşa nû ya Sûriyê, ku berpirsiyarê Dêrezor, Heseke û Reqayê ye, tayîn kir.
Di sala 2021an de, rêveberiya Trump ceza li ser Ehmed Îhsan Feyaz el-Heys, ku serokatiya koma Ehrar el-Şerqiye dikir, bi tohmeta sûcên şer ên li dijî kêmneteweyên Sûrî ceza li ser wî ferz kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê jî tayînkirina wî wekî “xeletiyeke cidî” bi nav kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgirî nade wî. (PK)


