Raporeke nû ya Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê li ser rewşaHerêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan a di 3 mehên destpêkê yên sala 2026ande agahiyan dide.
Rapor destnîşan dike ku êrişên Îranê û komên çekdar ên nêzîkî wê yên li Îraqêbandoreke mezin li Herêma Kurdistanê kiriye.
Rapor bi bîr tîne ku 24ê Adara îsal, mûşekek li baregeheke Pêşmergeyan a linahiyeya Spîlkê ya navçeya Xelîfanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgehaHewlêrê ket.
Di encamê de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Mufetîşê Giştî yê Amerîkayê diyar kir ku komên çekdar ne tenê hêzên Amerîkayêkirin armanc, wan bi zanebûn êrişî saziyên hikûmî û ewlehiyê yên HerêmaKurdistanê jî kir.
Raporê eşkere kiriye ku 28 û 29ê Adarê bi dronan êrişî cihê mayîna Serok MesûdBarzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.
Her wiha anî ziman ku êriş ew qas tund bûn ku heta Supaya Pasdaran a Îranê jî biawayekî fermî êriş şermezar kirin.
“Herêma Kurdistanê bêparastin dima”
Raporê zengila metirsiyê lêxist û da zanîn:
“Sîstema parastina asmanî ya pêwîst a Pêşmergeyan nîne ku tevahiya HerêmaKurdistanê biparêzin.
Vê yekê jî wisa kiriye ku Hêzên Pêşmergeyan û binesaziya enerjiyê li hemberî êrişangelekî lawaz bin.”
Her çend Amerîkayê li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê mûşek û dron têk dişikandin jîli deverên din Herêma Kurdistanê bêparastin dima.
Piştgiriya ji bo Wezareta Pêşmergeyan
Wekî ku di raporê de hatiye gotin, di gaveke çaverênekirî de Hêzên Hevpeymananhemû piştgirî û karên xwe yên şêwirmendiyê yên ji bo Wezareta Pêşmergeyanrawestandin.
Ev yek ji ber êrişên Îranê û bi armanca parastina canê şêwirmendên Amerîkî hatkirin ku beşek ji wan ji Îraqê derketin.
Rapor hişyariyê dide ku dema peymana di navbera Amerîka û WezaretaPêşmergeyan de Îlona 2026an bi dawî dibe ku ev yek jî paşeroja rahênan ûalîkariyên leşkerî dixe bin pirsyarê.
Di warê aborî de jî rapor destnîşan dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn jî nikarebêyî alîkariya Amerîkayê xerciyên Wezareta Pêşmergeyan, bi taybetî jî meaş ûamadehiya leşkerî dabîn bike.
Her wiha hat diyarkirin ku 33 milyar dolar deynê Herêma Kurdistanê heye û biawayekî zêde pişta xwe bi wê budceya ku ji Bexdayê tê girê daye.
Kêmkirina hêzên Amerîkayê
Rapor diyar dike ku her çend Amerîka bi temamî ji Sûriyeyê vekişiyaye û hejmaraleşkerên xwe yên li herêmên di bin kontrola hikûmeta federal a Îraqê de jî kêm kiriye,beşeke berbiçav a leşkerên wê li Herêma Kurdistanê mane lê belê li wê derê jîhejmara wan hatiye kêmkirin.
Li gorî raporê, di 3 mehên destpêkê yên îsal de karên sereke yên hêzên Amerîkayêli Baregeha Asmanî ya Hewlêrê û Navenda Dîplomatîk a Hewlêrê hatine birêvebirin.
Li wê derê sîstema parastina asmanî ya li dijî êrişên mûşekî û dronan hatiyebikaranîn.
Her wiha hat diyarkirin ku hêzeke ji berê kêmtir li Baregeha Asmanî ya Herîrê ûcihekî din ê bi navê “Baregeha Dihokê” mane.
Di wê dema ku Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê di şer de bûn, 2 hezar û 820 Amerîkî, peymankar û karmendên Konsulxaneya Hewlêrê ji ber metirsiya êrişan ji herêmê derketin.


