Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk: ‘’Bila pêvajo nebe pêvajoya mijûl kirin û neçareserkirinê’’
PWKyê Li Qada Şêx Seîd 2 Salîya Xwe Pîroz Kir, Di Derbarê ‘’Pêvajoya Heyî’’ De Nêrînên Xwe Bi gel Re Parve Kir
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, roja 19ê îlona 2025ê, li Amedê, li Qada Şêx Seîd de civîneke çapemenîyêli dar xist. Di civîna çapemenîyê de Mustafa ozçelîk 2 salîya PWKyê pîroz kir û di derheqê ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên.
Li gel rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên HAK-PARê û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.Di civîna çapemenîyê de pankartek hate vekirin ku Alaya Kurdistanê û Logoya PWKyê, li gel wêneyên mezinên kurdan û slogana ‘Em berdewamîya ked û xebata we ne’’ û ‘Salvegera 2 Salîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Pîroz be’ li ser wê hatibû nivîsandin.
Di civîna çapemenîyê de Mustafa Ozçelîk, girîngîya damezrandina PWKyê anî zimên û got ‘’PWK, partîyeke neteweyî, demokratîk, bêîtiatîya sivîl, eşkere û legal e. PWK berdewamîya ked û xebatên doz aazadîya Kurdistanê ye. Berdewamîya Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa,Seyid Riza,Seyîd Riza,Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanîyê nemir e.PWK, berdewamîya şehîdên Kurdistanê, şehîd û têkoşerên Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê ye’’.
Di berdewamîya axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk got:
’’Diyardeyên li ber destan nîşan dide ku di armanca esasî ya vê pêvajoya ku bi navê ‘Tirkîyeya Bêteror’ tê pênasekirin, rêlibergirtina bidestxistina mafê statuyeke milî, coğrafik, sîyasî û mafên kollektîf yên miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.
PWK çekdanîna PKKyê di berjewendîya gelê me de dibîne; ev dikare rê li ber xebatên siyasî, demokratik û civakî yên sivîl xweş bike.Herweha dikare di raya giştî de,di êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê rê li ber bahaneyên Dewleta Tirkîyeyê bigre. Divê Dewleta Tirkîyeyê jî dawî li hemû operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser hemû perçeyen Kurdistanê bîne.
Bila ev pêvajo nebe pêvajoya mijûl kirin û neçareser kirine. Heger em li gotarên rayedarên dewleta Tirkîyeyê û bang û nivîsên Ocalanî binerin, em nikarin vê pêvajoyê wek pêvajoya aştî û çareserîyê pênase bikin.
Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û Ocalanî dikin ku dest ji vê rêbaza ku heta îro we meşandîye berdin.
Bi tune hesibandina mafên neteweyî, kollektîf, yên ziman û çandî yên miletê Kurd tu pirsgirêk çareser nabin.
Ji bo bicîhanîna aştîyeke rasteqîn û daxwazên acîl ên miletê Kurd, divê hemû alîyên sîyasî, demokratîk û sivîl ên miletê Kurd wek “terefê kurdî” bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê. Heger mesele mafên neteweyî, demokratik yên miletê Kurd be, nabe ku qedera kurdan, li pişt derîyan, bi hevdîtinên ne şefaf, di nav sînorên hevdîtên Ocalan û Dewleta Tirkîyeyê de bê hefskirin.
Ji bo rêlibervekirina çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê û bicîhanîna aştîyeke rasteqîn, divê nasnameya miletê Kurd, perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirin, li gel tirkî zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî; azadîya ramanî û xebata rêxistinî bê qebûl kirin, qedexeyên li ser navê Kurdistan^erabin, Dewleta Tirkîyeyê hemû pêwîstîyên wan peymanên ku îmze kirine bicîh bîne û ev maf di Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê de û di hemû yasayên peywendîdar de bêne misoger kirin; divê hemû girtîyên sîyasî bêne azad kirin’’.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)



