PWK Şaxê Mêrdînê Serlêdana Komeleyên Eşîran kir

PWK Şaxê Mêrdînê Serlêdana Komeleyên Eşîran kir

Heyetek PWKyê ku ji rêvebir û endamên Şaxa Merdînê pek hatibû, ji bo vexwendina Konferansa Serokê Giştî yê PWKyê rêzdar Mustafa Ozçelîk ya 22.11.2025an ku wê li Qoserê bê lidarxistin, Komeleya Omerîya, Komeleya Eşîra Meşkîna û Komeleya Eşîra Necara zîyaret kirin.

Di hevdîtinên bi serok, rêvebir û rîsipîyên komeleyên Eşîran de, heyeta PWKyê bi awakî giştî di derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de û bi taybetî di derheqê “pêvajoya heyî” de fikir û helwesta PWKê anîn zimên.

Serok û rêvebirên her sê komeleyan bi awakî germ û dilsozî pêşewazîya heyeta PWKyê kirin. Heyeta PWKyê jî ji bo vê pêşevazîya germ spasyîyên xwe pêşkêşî serok, rêvebir û rîsipîyên van eşîran kir û girîngîya van pêwendîyan destnîşan kir.

Serokê Giştî yê PWKyê rêzdar Mustafa Ozçelîk, wê li Qosera Mêrdînê di vê dem, tarîx û navnîşana ku li jor hatiye nivîsandin de semînerekê li ser mijarên ”Rojeva Heyî”, Hevkarîya Neteweyî û Demokratîk, rewşa Kurdistanê, Tirkîyeyê û Rojhilata Navîn pêşkêş bike.

Hemû kurd û kurdistanî bi xêr werin.

17-11-2025
Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr GELÊRÎ

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *