PWK li Parîs beşdarî seremoniya Rêya Pêşmerge bû -Video

Îro 5ê Îlonê 2025 li Parîsê bi beṣdarbûna Serok Mesûd BARZANÎ, serokê şaredarîya Parîs û gelek berpirs û nûnerên Kurd û Fransî rêûresmek li darket.

Şaredariya Parîsê biryar da ku navê rêyek ku di nava parka (baxçeyê) André Ciroën re derbas dibe, bi seremoniyekê bike Rêya PÊṢMERGE.

Ji bo vê seremonîyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)  jî hat vexwendin. Heyetek PWK ji 5 kesan pêkhatibû beşdarî seremonîya Rêya Pêşmerge bû. (Faysal Taṣkiran, Fesih Dogan, Diyar Çeçan, Omer Xelikan, Îhsan Aydin).

Ṣaredara Parîsê Anne Hidalgo, Bernard Kouchner, Bernard Henry Levi, Kendal NEZAN û naskiriyên Fransî li seremonîyê amade bûn.
Bi Serok Mesûd Barzanî re hin nûnerên pêşmerge û pêṣmergeyên Xazî ji Kurdistanê beşdarî vê seremonîyê bûn.

Serok Barzanî û serokê Şaredarîya Parîsê ji bo girînya seramonîyê û Pêşmergeyê Kurdistan axaftinên girîn pêşkêş kirin.

Serok BARZANÃŽ balkiÅŸand ku “Herçend hukûmet û serok li Fransa bên guhertin, dostaniya Fransa û piá¹£tgirîya gelê Fransa bo Kurdistanê nayê guhertin.”

Merasim bi awayakê rêkûpêk bi dawî bû.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *