PWK: Em Êrîş û Qetlîamên Dewleta İranê Rûreş Dikin

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em Êrîş û Qetlîamên Dewleta İranê Rûreş Dikin

Li gorî agahdarîyên ku PDK-Îranê li raya giştî belav kirîye, li nêzîkî bajarê Serdeştê di êrîşeke Pasdarên Dewleta Îranê de şeş Pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-ÎRAN) hatine şehîd kirin.

Li gorî agahdarîyên ku hatine belav kirin, dema ku pêşmergeyên PDK-ÎRANê li wê herêmê karên siyasî dimeşandin, pasdaran kemîn danine û 6 peşmerge şehîd kirine.

Em van êrişên dewleta dagirker ya Îranê şermezar dikin.

Ruhê şehîdan şad, cîhê wan biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbata şehîdan, ji rêvebir û endamên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê re dixwazin.

Serê gelê me sax be.

Tu êrîş û qetlîam dê nikaribin rê li ber azadîya Kurdistanê bigrin.

02.07.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *