8emîn Konferansa Navneteweyî ya Hesabdarî, Karsazî, Aborî ûPolîtîkayê (ICABEP 2026) li Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê tê lidarxistin.
Konferans dê bi şêwazê “hybrid” be, ango hem beşdariya rasterast û hem jî yaserhêl (online) were lidarxistin.
Hevkariya zanîngehên navneteweyî
Di lidarxistina vê konferansê de, Zanîngeha Szczecinê bi dehan saziyên akademîkre hevkarî kiriye.
Di nav wan de Zanîngeha Selahedînê (Îraq), Zanîngeha Tishkê (HerêmaKurdistanê), Zanîngeha Maltayê, Zanîngeha Rojava ya Timișoarayê (Romanya),Zanîngeha Sofyayê (Bulgaristan), Zanîngeha Yarmukê (Urdun) û ZanîngehaKobaniyê (Rojavayê Kurdistanê) hene.
Her wiha zanîngehên ji Polonya, Kosova, Îraq, Mexrib û Makedonyaya Bakur jîpiştgiriya vê xebata zanistî dikin.
Armanca sereke ya konferansê ew e ku lêkoler, akademîsyen û pisporên qadê li hevkom bibin da ku zanîn, ezmûn û encamên lêkolînên xwe parve bikin.
Mijarên serekw û paşeroja aboriyê
Konferans dê li ser gelek mijarên giring ên sedsala 21ê raweste. Di nav wan mijarande ev xalên sereke hene:
• Paşeroja derfetên kar di sedsala 21ê de.
• Hilberîn ji bo avakirina aştiyê û tevlîkirina civakê.
• Dijwariya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn di sedsala 21ê de.
• Veguherîna dîjîtal û praktîkên domdar ên di warê fînans û bankayê de.
• Polîtîka û serkirdayetiya polîtîk di serdema hişê çêkirî (AI) de.
• Derfet û rîskên hişê çêkirî ji bo karsazan.
Hilberîna li Herêma Kurdistanê
Beşeke girîng a konferansê dê li ser rewşa aborî û hilberîna li Herêma Kurdistanêbe.
Di vê çarçoveyê de dê li ser meylên nû yên aboriyê yên li Kurdistanê were rawestîn.
Her wiha derfet û astengiyên di warên geştyarî, çandinî û hilberînê yên li cîhan ûHerêma Kurdistanê dê bi awayekî zanistî werin nirxandin. (Rûdaw)


