Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê

Berhema nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka sala 2026an.

Nivîskar di pirtûka xwe de bi rêya wêneyan çîrokan ji bo zarokan vedibêje.

Zagros Menûçer fîlmçêker û hunermendekî Kurd e û li Fînlandê dijî.

Wî mastera xwe li Akademiya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Hunerî ya Helsînkiyê kiriye.

Berhemên wî di festîvalên navneteweyî yên fîlman, pêşangeh û navendên çandî de hatine nîşandan.

“Pirtûka Zarokan a herî baş”

Zagros Menûçer ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand ku ew di karên xwe de girîngiyeke taybet dide zarokan.

Her wiha ew dersên hunerî dide zarok û ciwanan.

Pirtûka bi navê “Xelkê Kapykoloyê” (Käpykolon väkeä) pirtûka wî ya yekemîn e ku ji bo zarokan nivîsiye.

Vê pirtûka wî îsal li ser asta Fînlandê xelata “Pirtûka Zarokan a Herî Baş” wergirt.

Ev pirtûk qala jiyana malbateke sivoreyan dike.

Zarok bi rêya vê pirtûkê rastiyên jiyanê nas dikin.

Ew bi vê çîrokê hînî hezkirin, tirs, hewldan û teslîmnebûnê dibin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *