Hema bûye weke adet, kevneşopiyekê, PWK Fransa, li Fransayê bi hevkariya Akademiya Hevî, di 31ê Gulanê de li Parka Porte aux Cerises ya li başûrê Parîsê, pîknîkeke berfireh organîze dike. Armanca vê çalakiya ku her sal bi beşdariyeke zêdetir tê lidarxistin, ew e ku hem danûsitendina civakî xurt bike û hem jî nirxên çandî biparêze.
Di dema pîknîkê de, malbat li hev dicivin û di çarçoveyeke germ û samîmî de demê bi hev re derbas dikin. Beşdar bi hev re xwarinên kurdî yên bi baldarî hatine amadekirin parve dikin, her weha bi muzîkê re govend û dilanên cihê dikin û rojeke xweş dibuhêrin. Ev çalakî bi komkirina nifşên cuda re alîkariya guhastina mîrata çandî dike û girêdanên di nav civakê de zêdetir xurt dike.
Ev civîna ku di hewayeke xwezayî de tê lidarxistin, ne tenê wek pîknîkeke sade dimîne, di heman demê de ji bo parastin û domandina çanda kurdî jî çalakiyeke civakî ya girîng e.
pwkfrance@gmail.com
#kurdistan #pwkfrance #picnic #pwknavend #heviakademi



