Siddik BOZARSLAN
Bi taybetî jibo bawermendên kurd û bi giştî jî jibo hemî çîn û tebeqeyên kurd ez dixwazim di çarçoveya pênasîya zimanê kurdî da çend gotin û tespîtên ku di Kitêbên Muqaddes da hene, pêşkêşî we hêjayan bikim. Ez li vir dişê bidim zanîn ku xwendevanên hêja divê şola zimanê kurdî jî di çarçoveya pênasîya kurdî û mafên neteweyî û demokratik da şolê û çareserîya wê bigrin destê xwe û di wê çarçoveyê da bikevin nav hewildanên têkoşînê
Xwedê, jibo beşê XII.an û tevokên 8-15yan ên Kitêba Hz. Musa Tewratê weha nivîsîye:
”Xwedê, bihişta (cennet) xwe li rojhilatê ew derê ku jê ra ´Îyden´ hatîye gotin, ava kirîye. Vaye Xwedê, însên jî li wir afirandîye û daye bicîkirin. Paşê Xwedê, ew derê ku jê ra ´Îyden´ hatîye bi navkirin, çemek çêkirîye, ku bi ava wê baxçeyê xwe bidin avdan. Ji wan yek Çemê Baysan e, yek jî Çemê Kehan e, yên dî jî Çemên Dîjle û Ferad in.”
Di Qur´anê da jî herêma Kurdistanê, wek ”cîyê mubarek, cîyê bibereket” hatîye nîşankirin. Ev nîşankirin, ji alîyê Hz. Nuh Pêxember ve hatîye bikaranîn. Xwedê weha ferman kirîye: Sûreyê (23) Mumînûn, Ayet 29: ”Dîsa bibêje: Xwedayê min! Min li cîyekî pîroz û bi bereket bi cî bike û her Tu yî çêtirînê bicîkeran.”
Sûreyê (11) Hûd, Ayet 44: ”(Piştî ku kafir binav bûn, ji erd û asîman ra) hate gotin: Hey erdê! Ava xwe daqurtîne. Ya esmano! Avê bigire, nebarîne. Av kêm bû û çikîya, ferman bicî hat, keştî jî li ser Cûdî rawestîya û hate gotin: Helak jibo qewmê zalim be!” (Mısır´da Kürtler, Dürriye Runi, Mahmud Zayed, Mustafa Rud; wergêr jibo tırki, Harun Ünal, Nûbihar Y. 2015 Stanbul)
Li gora rîvayetê, di keştîya (gemî) Hz. Nuh da 84 zilam û 40 jin hebûne. Ji dervayê wan kesan, hemî kesên dî binav bûne û tu kes li jîyanê nemane. Van kesên ku ji keştîyê hatine xwarê, li herêmê dest bi jîyaneka nû kirine; wan deran jibo xwe kirine cîyên avdanîyê, zireetê, bazirganî û sen´atkarîyê. Ev der jî wek xwendevan pê dizanin, Bakurê Kurdistanê, herêmên Cudî û Araratê ne.
Eger mirov li ayetên jorîn û tenê li van du Ayetên Qur´anê (Sûreyê(30) Rûm, Ayet 22: ”Ji qudreta Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine. ”Sûreyê (49) Hucûrat, Ayet 13: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.” binêre û kirinên dagirkerên Kurdistanê wek Turkîye, Îran, Îraq û Surîye ku li ser kurdan pêkanîne, muqayese bike; mirov bi awayeke zelal dibîne ku van nîzaman di eslê xwe da Tewratê jî û Qur´anê û dînê îslamê jî avêtine bin pîyên xwe û loma ew di emelê xwe da jî rafizî û Xwedênenas in. Di vê hevokê da (´Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze´) zelal xuya dibe ku ew kesên an civatên ku şexsîyetên xwe neparêzin, qîmeta wan li cem Xwedê jî nîne. Yanî kesên ku pênasîya xwe ya kurdînîyê naparêzin û jibo çêkirina dewleta xwe nakevin nav têkoşînê, tu qîmeteke wan li nik Xwedê jî û li cem ebdên Xwedê jî nîne û ew bixwazin nexwazin dê wek koleyan bijîn.
Lê nuqteyeke balkêş jî di derbarê helbestên Melayê Cizîrî da ku di dîwana xwe da jibo evîndarîya xwe bo sirên digel Xwedê bi kurdî gotîye û bawerîyêk belav bûye ku Xwedê jî sirên xwe bi kurdî gotîye. Yanî bi tabîreke dî zimanê Melê yê kurmancî, zimanê Xwedê bi xwe bûye ku Xwedê jî kurmancî pê ra axifîye. Belavbûna wê rîvayetê û bawerîyê bûye sedem ku zimanê Melayê Cizîrî yê dîwanê jibo dîn, zimanê kurdî bûye.
Çawa ku Pêşewayê Hêja Mesud Barzanî di 17yê îlona 2017an da bi munasebeta Referanduma Serxwebûnê li meydana Zaxoya Rengîn li pêşîya bi sed hezaran kurd helbestên Melayê Cizîrî xwendibû û hestên kurdevînî û welatevînîyê ji nûve vejandibû; di Salona Sempozyumê da jî dema çend malikên Melayê Cizîrî pêşkêşî cimetê kir; dîsa bû sedemên heyecan û coşeke mezin jibo ji nûve vejandin û geşbûna hestên neteweevînîyê. Ev psikolojîya xelkê Cizîra Paytextê Mîrê Botan jibo Pêşewa Barzanî; adeta kimya rêvebirên Rejima Ankarayê serubino kir, xirakir û hilweşand. Bi tabîreka dî ew coş û hestên xelkê yên hezkirinê, adeta bû wek erdhejek, zelzeleyek ku her derên rejima Ankarayê hejand, binerd kir ku hemî qenalên TVyan nesîbên xwe jê sitandin. Yek quleke Xwedê nikaribû di wan qenalan da bi hevokek be jî bêje ku ev sed sal e li kurdan heqaret hatîye kirin, mafên wan ên demokratik û neteweyî hatine qedexekirin û di serda jî zimanê 30 milyon însan jî hatîye qedexekirin û tune hatîye hesibandin. Loma jibo civata tirk gelek zehmet e ku ji çarçoveya cinawirîyê derkeve der.
Loma bi rojan e ew hestên wan ên cinawirîyê (gotina cinawir ji alîyê Zerdeşt Pêxember ve hatîye bikaranîn ku wî nexwestîye gotina heywan bixebitîne, ji ber ku heywan hev nakujin, qedrên hev dizanin û ji hev hezdikin, lê yên di qilafetên mirovan da ne û hemî cureyên xirabîyê dikin û teda û zulmê li kesên dervayê xwe dikin, ew dibin cinawir) di qenalên bi dehan TV da xwe dan nîşandanê. Lê pir balkêş e ku piştî 20 rojan, careke dî (17.12.2025) di Qenala TV ya Haber Globalê da derdora seet 20.00an da qasî nîv seet behsa Barzanî û Malbata Barzanî hat kirin; hin resmên ku di 1966an da bi destxistine nîşan dan ku xwedêgiravî Barzanî+Îsraîl+Amerika di navbera xwe da tifaq çêkirine û nahêlin li Surîye Rejimeke Navendî were avakirin ku wek navenda rejima Ankarayê yek milet, yek dewlet, yek ziman û heta yek dîn û yek mezheb kirîye hedef û wd. û wd..
Li gora tespîta Zerdeşt Pêxember, wer xuya dibe ku hê demeke dirêj ji rêvebirên civata tirk ra hewce ye ku ew ewil bibin heywan ku paşê bikaribin bibin mirov.. Mixabin ev rastîyeke pir tal e ku nayê veşartin. Ev eybên tirkan hew qas pir in ku deh destên her mirovek ji wan jî hebin, ew nikarin bi wan destan cîyên xwe yên fedîkirinê û eybê bidin veşartin, yanî bi nuxaftinê wan derên xwe yên eybê û fedîkirinê bidin veşartin. Eger piçek ew bikaribin di çarçoveya mirovî da li rewşa nîzama ku çêkirine binêrin; divê ew baş fam bikin ku di bin hukumranîya Rejima Ankarayê da derdora 30 milyon kurd hene û hê jî hebûna wan di destûr û yasayên tirkan da nehatine qebûlkirin. Mafên wan ên neteweyî û demokratik nehatine dayîn. Divê hemî rêvebirên tirk navek ji vê resma îbretê û sosretê ra bibînin. Lê digel vê rastîya tal, divê di serî da xwenda û zanayên tirk, rêvebirên tirk, naveke munasib li xwe deynin, bi rastî ew çi ne!..
