Partiya Demokrat a Kurd ava bû û lê bi pirsgirêkên îdarî re rûberû ye…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Beriya vê demekê Partiya Demokrat a Kurd (PDK) hat damezrandin. Ez ji damezrandina PDKê, ji çapemeniya Başûrê Kurdistanê agahdar bûm. Di çapemenîya Bakurê Kurdistanê de ji derveyî NerînaAzad qasî min şopand di derbarê damezrandina PDKê de agahdarîyek jî tune bû.

Piştî ku partî jî ava bû kesekî jî tiştek di derbarê partiyê de nenivîsand. Partiyên Kurdistanê jî di derbarê partiya nû de tiştek negotin.

Lİ BAKURÊ KURDISTANÊ REWŞEKE TRAJÎK-KOMÎK YA SIYASÎ

Piştî ku di derbarê partiyê de agahdarî di çapemenî de derketin û hevpeyvînên Serokê Giştî Reşîd Akici hatin weşandin, ew li min gerîya bi giştî agahdarî da min.

Min xwest ku ez di derbarê PDKê ya nû avabûyî de tiştekî binivîsînım. Bûyerên li Başûrê Kurdistanê û êrîşên PKKê li hemberî Beşîkçî û kurdperweran û min, bû sedem ku ez di derbarê PDK a nû de tiştekî nenivîsînim.

Dema min agahdariya damezrandina PDKê di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de xwend, diyar bû ku Serokê Giştî yê PDKê Reşîd Akici ye. Min Reşîd Akici, dema ku Serokê Şaxa Diyarbekîrê ya PDKTê bû ji nêzik ve nas kir, me bi hev re çend caran hevdîtin kir. Bi taybetî jî bi daxwaza wî, ew hevdîtinên me pêk hatin. Wî di derbarê xebata partiyê de, di derbarê projeyên cîwanên Kurdistanê de pêşniyar û nêrînên min xwest. Min jî nêrînên xwe pêşkêşî wî û çend endamên din yên partiyê kir. Wan ji min daxwaz kir ku di derbarê mijarên Pirsa Neteweya Kurd û Kurdistanê û mijara Partiyan de ez semîner bidim. Lê pişt re wan ji min tu semîner daxwaz nekirin. Lewra di partiyê de pirsgirêkên wan dest pê kiribû.

Pişt re dîsa ez bi agahdariya Reşîd Akici tê gihîştim ku di navbeyna wî û hevalên wî, Serokê partiyê de pirsgirêk hene. Wan demekê xwestin ku serokê giştî yê PDKTê biguherînin. Lê pişt re derfet nedîtin. Lê piştî demekê dîsa wî agahdarî da min ku ew ji PDKTê veqetiyaye.

Wî û eşîra xwe komeleya eşîreta xwe ava kirin. Min du caran jî seredaniya komelaya wan kir. Cerekê jî min û beşek berpirsiyarên HAK-PARê û Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîq Karakoç me Komelaya wan ziyaret kir. Serokê Komeleyê mezinekî eşîra wan bû. Reşît Akici jî endamê rêvebiriya komeleyê bû. Diyar bû ku rêvebirê komela yê aktîf jî ew bû.  

Lê min damezrênêrên din yên partiyê nas nekir. Lê dema wî agahdarî da min, min fahm kir ku piraniya damezrênêrên partiyê,  endamên eşîra wan in.

“RÊBAZA BARZANΔ PARASTIN Û PARTIYA KURDAN…

Dema ku  min di derbarê partiyê de agahdarî xwend, navê partiyê ji bona min balkêş hatibû. Min got ku diyar e ku ev partiya bes ji bona kurdan avabûyê û ji bona Kurdistaniyan nîne. Yanî ew kêmneteweyên li Kurdistanê ji bona xwe endam nabîne.

Lê dema ku Serokê Giştî yê PDK a nû diyar kir, min fahm kir ku armanca wan ne ew e. Wan ji bona astengiya hiqûqî peyva “kurd” bi kar anîne. Serokê giştî di civîna çapemenî de got ku “ji bona ku partiyên ku navê  Kurdistan bi kar anîne tên girtin û di derbarê wan de doz vedibe. Loma me navê xwe kiriye kurd.”

Serokê giştî dema ku armanca xwe diyar dike dibêje ku “em ji bona Dewleta Federal ya Tirkiyeyê û Federebûna Kurdistanê xebat dikin. Em wek partî dixwazin ku ‘Rêbaza Barzanî’ bimeşînin.”

Dema ku  min rêbaz û bernameya wan xwend. Min dît ku li pişt bername û rêbaza wan wêneyê Serokê Efsanewî yê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî heye. Axevtina wî ya di derbarê şer û Kerkukê de jî pêşkêş kirine.

Hîç şik tune ye damezrênêrên wan navdar nînin, di siyaseta kurd de xwediyê ceribandineke zêde jî nînin.

Ev tabloya rewşa Tevgera Neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê û PDKê diyar dike. Ew jî rewşeke trajîk-komîk e.  Lê di vê rewşê de hemû kesên kurdperwer û qedroyên siyasî û dezgehên siyasî yên Kurdistanê berpirsiyar in.

Ez dibîzim ku ji damezrandina Partiya Demokrat a Kurd her siyasetvanekî Kurdistanê eciz e. Partiyên Kurdistanê, bi taybetî jî ew partiyên xwediyê heman nav in, zêdetir eciz in, partiyeke nû ava bûye. Dibêjin ku “hewcedariya partiyeke nû li Bakurê Kurdistanê tune ye.”

Lê wan bi xwe  jî heman tişt kirin. Dema gor kes û partiyên din hewcedarî nedihat dîtin, wan jî partî ava kirin.

Loma jî rewş wê demê dibê rewşeke, trajîk-komîk.

PDK BI PIRSGIRÊKÊN DEWLETÊ YÊN BI ÎDARÎ RE RÛBERÛ YE…

Piştî PDK ava bû, Wezîrê Navxwe diyar kir ku ev partiya ava nebûye. Piştî vê daxuyaniyê li ser partiyê bandor û tade zêde bû.

Polîs rasterast çûn avahiya Partiya Demakrat a Kurd (PDK)  li Diyarbekîrê û bi hinceta ku partî bi fermî nehatiye damezirandin, ji partiye xwestin ku tabelaya xwe deynin.

Wê demê Serokê Giştî yê Partiyê Reşîd Akici telefonî min kir. Min wext derbas nekir, ji bona alîkariya hiqûqî ez çûm navenda partiyê. Dema ku ez çûm navenda partiyê min dît ku grubek qelebelix polîs navenda partiyê dagirtine. Wê demê bi berpirsiyarên polîs û emniyetê re guftû ya me dest pê kir.

Piştî wan danûstandinan min û serokê giştî yê partiyê bi hev re civîneke çapemenî çêkir.

Lê beriya civîna çapemenî ez agahdar bûm ku polîs nahêlin ku çapemenî û telewîzyon bên navenda partiyê û civîna çapemenî çê bibe.

Wê demê ez ji navenda partiyê derketim, min çû kamerayên telewîzyon û rojnamevan derxistin navenda partiyê.. Wê demê rayedarên polîsan midaxele nekirin. Bawer dikim ku nexwestin ku pirsgirêk derkevin û mezin bibin.

Serokê Giştî yê Partiyên bi babeteke giştî nêrînên xwe diyar kir. Pişt re min dest bi axivtine kir.

Min di civîna çapemenî de, di navbeyna me û berpirsiyarên emniyetê de çi derbas bûye, min vekirî anî ser zimên ji hêja çapemeniyê re pêşkêş kir.

Min got: “di damezirandina partiyên Kurd de pirsgirêk dertên. Em her car li dijî vê îtîraz dikin. Ji bo avakirina partiyekî li gorî qanûna partiyên siyasî destûr pêwîst nake. Di 5emîn madeya qanûnê ya partiyên siyasi de destnîşan dike ku yên ku mercên damezirandina patiyê bi cih anîne pêwîst nake ku destûre bistîne. Ti mafeke Wezîrê Navxwe nine damezirandina qebûl bike, an neke.

 “Polîsan li ber avahiya navendiya Partiya Demokrat a Kurd û dibêjin ku ji ber ku damezrandina partiyê nehatiye pesendkirin, ew dê tabelaya partiyê daxînin.

“Pişt re min ji polîsan re got ku hûn qanûna bicih tînin. Min ji wan daxwaz kir ku talîmata Wezîrê Navxwe bidin me. Lê rayedarên ewlehiyê gotin ku fermaneke fermî tune ye, tenê fermaneke bi devkî heye.

“Min dîsa ji rayedarên ewlehiyê re got ku eger tebligatek fermî tine be, tişta bi devkî ji we re hate gotin bi girtnameyeke tomar bikin. Talîmata devki ya ku Wezareta Navxwe daye, bi nivîskî bidin. Divê ku fermî girtîname bê girtin. Piştî girtînameyê jî, mafê me yê serî li dadgehê bidin dertê.

“Li Tirkiyeyê rastiyeke din heye ku partiyên ne kurd beriya damezrandina xwe îlan bikin tabelaya xwe di daleqînin.

Dîsa me ji wan re got ku heger hûn dixwazin tabelyê deynin, fermeı girtînameyê tanzîm bikin, hûn bi xwe tabeleyê deynin.

Di encamê de ji bona 02. 01. 2021an berpirsiyarên partiyê û hêzên ewlewiyê  li hev kirin ku ser tabela bê demkî bê girtin.

Wê demê me dîsa ji wan daxwaz kir ku ew bi awayekî fermî vê mijarê bi nivîskî girtînameyê binivîsînin. Wan ji vê re îtîraz kir. Wê demê me ji wan re got ku hûn ser tebaleyê bigrin, endamên partiyê dê wan daxînin.

Di encamê de qebûl kirin ku ev teserrûfa xwe bi niviskî tespît bikin.

BERPİRSIYARÊN PARTIYÊ BİNÇAV KİRIN…

Piştî ku civîna çapemenî qediya. Ez jî, ji navenda partiyê derketim. Ji bona karekî xwe çûm “Qesra Dadê”.

Piştî me polîs dibêje, “hûn dizanin ku hûn di bin çav de ne.”  Wê demê serokê giştî yê partiyê dibêje ku “dema ku parêzerê me li vir bû, we çima ev yeka negot. Wê demê emê gazî parêzer û çapemeniyê bikin.” Ew jî dibêjin ku me wê demê nexwest ku em bibêjin û pirsgirêk mezin bibe.”

Wê demê  di navbeyna wan de gengeşî dest pê dike. Piştî 2 saetan mecbur dibin, berpirsiyarên partiyê azad bikin.

MIJARA BALKÊŞ Û HELWESTA PARTIYÊN KURDISTANÊ YA NE XWEZAYÎ…

Dema ku diyar dibe ku PDK ava bûye. Partiyên Kurdistanê li wan nagerin û wan pîroz nakin. Ez ji bona ku çanda siyasî ya partiyên me dizanim, ez vê yekê fahm dikim.

Lê dema ku Partiya Demokrat a Kurd bi muamelaya dewletê ya nehiqûqî vê rûberû dibe, diviya bû ku Partiyên Kurdistanê li berpirsiyarên partiyê bigeriyan, ceribandinên xwe bi wan re parve bikirina, ji partiyê re bi her awayî bibûyan alîkar.

Hezar mixabin ev yek jî nehatiye kirin.

Wê demê ev helwesta, nabe helwesteke xwezayî û kurdewar û medenî-civakî.

Ev jî diyar dike ku divê kurdperwer xwe bi her awayî  ji çav derbas bikin.

Diyarbekîr, 01. 01. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *