Parlemana Luksemburgê spaha pasdaran bi terorîst nas kir

Parlemana Luksemborgê bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn ku pêka biryarnameya Parlemana Luksemborgê ku bi dengê “ERÊ” yê tevaviya 60 endamên parlemanê, sipaha pastaran bi terorîst hatiye naskirin û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin ku spaha pasdaran bi terorîst nas bike û bo vê yekê karê hewce cîbicî bike.

Pêka vê biryarnameyê, spaha pasdaran a terorîst, bi awayê rasterast li binpêkirina tund a mafên mirovî, bidarvekirinên xoserane, binçavkirinên berfireh, îşkence û tepeserkirina “jinan, gelan û bawirmendên olan, dijberên siyasî” û li tepeserkirina tundîtîj a neraziyan li Îranê, rola bingehîn heye û li çendîn deverên cîhanê de piştevanî li girûpên terorîstî dike û aboriya wan dabîn dike.

Herwisa nûnerên partiyên cuda yên Luksemborgê bi yekdengî piştevanî li serhildana li Îranê kirine û dane zanîn ku xelkê Îranê li durûşmên xwe de herdu dîktatoriyên şahî û olî, red kirine. (KM)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *