Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd ragihand, dibe ku di meha bê de parlamento bicive û karê wê yê yekem ê hilbijartina desteyeke “daîmî” ya serokatiyê be.
Vala Ferîd got: “Em hêvîdar in li gorî lihevkirina ku komîteyên danûstandinan ên herdu aliyan (PDK û YNK) li ser kirine, di meha ÃŽlonê de Parlamentoya Kurdistanê kom bibe.”
Derbarê rojeva civîna yekem de, Vala Ferîd eÅŸkere kir, “karê yekem ê parlamentoyê ew e ku desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê were hilbijartin.” Tekezî kir jî, desteya serokatiyê ya nû dê “desteyeke daîmî” be, ne demkî. Herwiha da zanîn, piÅŸtî hilbijartina serokatiyê, parlamento dê dest bi karên xwe yên din bike, wek avakirina komîteyên daîmî li gorî peyrewa navxweyî.
Vala Ferîd diyar kir, zanyariyên ku ji komîteyên danûstandinan gihiÅŸtine wan, nîşan didin ku “lihevkirineke baÅŸ heye û pêşketineke mezin çêbûye.”
Hêjayî gotinê ye, herî dawî roja Pêncşema borî, 14ê Tebaxa 2025an, herdu şandên danûstandinan ên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyabûn.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin, ji ber rewşa Herêmê û ji bo rêzgirtina li vîna xelkê Kurdistanê, herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku divê hewlên cidî bên dayîn, da ku di meha Îlonê de xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe yên asayî û yasayî bike. Herwiha tekezî li ser berdewamkirina gavên ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatibû kirin. (PK)


