PARLAMENTARÎZM CESARETÊ DIDÊ HÛKÛMETAN

Nûrî ALDÛR

Li welat û dewletên ku bi demokrasîyê/parlamentarîzmê tên îdarekirin jî kêm-zêde nexweşî û problemên civakî hene û wê her hebin jî. Çawa? Ji ber ku kes û gel herdem dikarin nerazîbûna xwe dîyarbikin, dijîtîya xwe li hemberî politîka û biryarên hûkûmetan bidne nîşankirin. Û ewan vi şixûlî bi awayên demokratîkî û metodên sivîl/medenî pêktênin.

Lê li welat û dewletên ku ne xwedî demokrasî ne (auktorîter, despotîk, dîktatûr) nexweşî û problemên mezin û tehlîke hene û wê hertim jî hebin. Kes û gel nikarin şîkayetan bikin, nikarin dijberîya xwe hemberî politîka hûkûmetan nîşan bidin. Hemwelatî û gel ditirsin, tên girtin û tên kûştin.

Li Rojhelata navîn yek welat û dewlet heye ku bi sîstema parlamentarîzmê/demokrasîyê têt îdarekirin û ew welat û dewlet jî Îsraîl e: li wir parlamento heye, li wir opozîsyon/mûxalefet heye û li wir kes û gel îtîraz û gilihên xwe bê tirs, bi awayên medenî didine xwîyakirin û tû kes jî nayên girtin, nayên îşkence kirin û qetl nabin. Ha ma li Îsraîl neheqî û kêmasî nînin? Belê kêmasî û neheqî çêdibin û heta tiştên dijî demokrasîyê jî çêdibin (wek mîsal; kesên sivîl ku li Gazayê tên kûştin û bi hezaran birçî û şepirze dibin), lê ji ber ku hûkûmetên Îsraîl ji alîyê gelên xwe ve tên hilbijartin û ewan hûkûmetan bi koalîsyonan (gûft û go, mûzakere, peyman) çêdibin (kî eve krîterên parlamentarîzm/demokrasîyêne) ew dibin xwedî berpirsîyar û bi cesaret biryarên xwe didin.

Çilo û çawa?

Ji ber ku ewan hûkûmetan rast û rê gel ê xwe temsîl dikin. Dı hılbıjartın û hejmara dengan de hîle û sextekarî nînin û lewra ewan hûkûmetan politîka xwe bêtirs bicîhdikin. Hûkûmeta berpirs opozîsyona xwe jî na pelixênê û kesî jî zîndan nakê.

Li Irak û Sûrî her çiqas şansê xweşî û hûzûrê jî çêbû, lê zihnîyeta nû ya li Şamê û ya niha li Baxdayê (bi perspektîva kurdî) di realîtê de, ji ya Sadam û Esed ne baştir û ne çêtir e. Her dîse ewan bi sloganan “şabil irak”, “şabil sûrî” mîna zalim û zordaran li ber firsetan e ku gelên ne “şabil arabbin” ji hemî tiştan bêpar bihêlin û eger ew bikarin wê dîse kurda bikujin û qetlîaman bikin.

Tirkî û Îran ketina tirsa ku Îsraîl wê wan bertetef bike û rewşeke paranoya li gel van her dû welatan çêbûye. Ev her dû dewlet bawerîya wan bi gelên wan nayê, opozîsyonê xwe tar û mar kirine yan jî hîç nehîştine. Bi deh hezaran hemwelatî di zîndanan de ne û gelek kes îdam dibin. Helbet wê gelek kes û hemwelatî ji van welatên despotîk heyranên parlamentarîzm û demokrasîyê bin, ji ber ku ewan xwe li welatê xwe; xwe di dojehê de/di cehenemê de dibînin. 15.09.2025

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *