Kemal TOLAN
Dema ez li polîtîkaya çandî ya li Başûrê Kurdistanê dinêrim, bi taybetî li tevaya Herêma Kurdistanê û saziyên mînaWezareta Rewşenbîrî û Bingehê Laliş ya rewşenbîrî û civakî, ez rûbirûyî nakokiyeke gelekî mezin û xemgîn dibim. Li gorîdîtina min, ev saziyên ku bi navê parastina çand û nasnameyaKurdên Êzdî hatine avakirin û mesrefekî mezin bi kar tînin, îro di şerê parastina nasnameyê de li seranserî herêmê de pirlewaz in.
Pirsa herî mezin û tûj ku îro wijdanê min dilerizîne û ez wekîrewşenbîrekî Êzdî pê diêşim ev e: Çima berhemên pîroz û bêhempa yên ronakbîrên me yên mîna Ordîxanê Celîl, HaciyêCindî, Kanatê Kurdo , Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan Mûradov, Tosinê Reşît , Kemal Tolan û Wezîrê Eşo nayên ji bohemwelatiyên ku nikarin Kurdiya bi alfabeya Latînî bixwîninwernagerînin ser zimanê Erebî/Aramî? Li gorî zanîna min, evxezîneya dîroka Kurdîtî û Êzdiyatiyê ya ku reseniyeke gelekîkevnar îspat dike, di tarîtiyê de tê hiştin. Ez fam nakim, çimaev mîrat li seranserî welat de nayê naskirin, lê berovajî wê, deriyên saziyan ji bo belge û dokumentên di arşîvêndagirkeran de û dijminên Êzdiyatiyê ne hatine vekirin?
Di Baweriya Min De: Em Qadê Ji Bo Şovenîstên Dagirkerên Kurdistanê Re Dihêlin
Ez bi çavên xwe dibînim ku îro li Bexda, Ankara, Şam, Erîvanû hemû paytextên Erebî, bi sedan pirtûk û gotarên sexte li serdîroka Kurdistanê û dînê Êzdiyan tên weşandin. Nivîskarênşovenîst û tundrew hewl didin Êzdiyatiyê ji kokên wê yênKurdî biqetînin û wekî “tevgerên desthilatdarên cîranan” an jî“koma dînî ya heretî” nîşan bidin.
Di baweriya min de, li hemberî vê êrîşa hov a çandî, çekê herîbi hêz di destê me de heye: Arşîv û pirtûkên malbata Celîlan, lêkolînên zanistî yên Haciyê Cindî, Xelîlê Çaçan, Wezîrê Eşo, Tosinê Reşîd, Şekroyê Xudo, Eskerê Boyîk û hwd. ku bi dehan salan li sovyeta berê zargotin û çanda Êzdiyan parastine. Lê ez dibînim ku ev berhem li herêmê tenê bi tîpênKurmancî (yên Erebî/Aramî) girtî mane. Ji ber ku WezaretaRewşenbîrî û rewşenbîrên Bingehê Laliş van berhemanwernagerînin zimanê Erebî/Aramî, xwendevan û akademîsyenên Ereb/Kurd rastiya Êzdiyatiyê nabînin. Li gorînêrîna min, ev paşguhkirin, fîşekeke ku em di şerê çandî de li eniya xwe didin.
Sînorên Alfabeyê, Pirsgirêka Transkrîpsiyonê û QutbûnaKomînîkasyonê
Li vir xaleke din a ku pir dilê min diêşîne heye. Li gorî zanîn û baweriya min, pirsgirêk ne tenê wergera Erebî/Aramî ye; pirsgirêkeke mezin a komînîkasyonê di warê alfabeyê de bi xwe re heye. Ev saziyên çandî çima toreke piralî yaragihandinê û pira komînîkasyonê ava nakin da ku berhemênbi ziman û alfabeya Erebî/Aremî û Latînî bigihînin her hemwelatekî û bi taybetî bigihînin destê ciwan û her kesênÊzdî?
Ez bi taybetî li vir di gotara xwe de dixwazim eşkere bikim û bînim ziman ku nakokiyeke din a giran heye: Berhem, pirtûk û lêkolînên giranbiha yên nivîskar û rewşenbîrên me yên mînarehmetiyê Pîr Xidir Silêman, Îdo Babaşêx, Resen Hesen û yênweke Kovan Xankî û hwd. ku bi tîpên Aramî/Erebî hatinenivîsandin, çima ji bo hemwelatî û nifşên nû nayên transkrîbekirin û wergerandin ser alfabeya Kurdiya Latînî?
Bi dîtina min, hîştina van pirtûkan di nava sînorên teng ênalfabeyekê de û neavakirina perwerde û weşaneke xurt a bi tîpên Latînî, nifşê nû yê Êzdiyan ji koka wan a nivîskî qutdike. Divê daxwaza me ya sereke ev be ku saziyên çandîpirtûkên tevaya nivîskar û rewşenbîrên me ji nû ve bi tîpên her du alfabeyan çap bikin, biweşînin û belav bikin. Heger perwerde û belavkirineke rast a komînîkasyonê li seranserîKurdistanê heba, îro her ciwanekî Êzdî li Amedê, Xerzan, Riha, Mêrdîn, Şengal, Şêxan, Duhok, Hewlêr û di penaberiyêde, wê rasterast çavkaniyên pirtûkên pîroz û lêkolînên dîrokîbi alfabeya neteweyî bixwenda û rûbirûyî asimilasyonênedihat.
Dîtina Min Li Ser Evîna bi Arşîvên Dagirkeran Re
Tişta ku dilê min zêdetir diêşîne û ez rexne dikim ev e: Rewşenbîrên me yên fermî û berpirsên çandê, li şûna kuberhemên van zehmetkêşên Kurdî û bi taybetî Êzdîtiyê yên li ser felsefeya Êzdiyatiyê derxin pêş, baz didin pey arşîvênOsmanî, Farsî, Brîtanî û yên dewleta Iraqê ya berê. Ezşahidiya wê yekê dikim ku ew bi şanazî pirtûkên li ser“belgeyên fermanên Osmaniyan” an “raportên sîxurên biyanî” çap dikin.
Rast e, li gorî zanîna min jî dîtina dîroka fermanan girîng e, lîev arşîv ji aliyê dijmin û dagirkeran ve hatine nivîsandin! EwKurdan û bi taybetî Êzdiyan mîna “gunehbar“, “reiyet” an “serhildêrên kûvî” pênase dikin. Ez dipirsim: Gelo çimaBingehê Laliş girîngiyê dide arşîva zimanê wî dijminê kuferman li ser serê wan rakiriye, lê arşîva zindî û Kurdî yaXelîlê Çaçan, Wezîrê Eşo û Tosinê Reşît û hwd. paşguh dike? Li gorî nêrîna min, ev nexweşiyeke psîkolojîk a bindestiyê yeku mirov dîroka xwe ji çavê kujerê xwe bixwîne û mîrata xweya resen bavêje kûpê ji bîrkirinê.
Kêmasiyên Di Siyaseta Weşandin û Belavkirinê De
Bi dîtina min, karê ku îro li Herêma Kurdistanê û BingehêLaliş tê kirin, zêdetir di asteke herêmî de sînordar maye. Ezdibînim ku pirtûkên tên çapkirin piranî di nava xelekeke tengde dimînin û nagihîjin armanca xwe ya sereke. Siyasetaweşanê hîn jî sînordar e; pirtûk nakevin sîstema belavkirinê yagiştî, ji ber nebûna werger û polîtîkayeke neteweyî derbasîparêzgehên cuda nabin û qet nagihîjin Ewropayê jî.
Ez bawer im gava ku Wezareta Rewşenbîrî ya Herêmê zêdetirji vîzyona neteweyî re xwedî derkeve, diwê ew komîteyekemezin a wergerê ava bike. Wê hemû çîrokên gelêrî, helbest, roman, serhatî û hwd. lêkolînên pênasîna Êzdiyatiyê bikiraErebî/Aramî û Îngilîzî da ku cîhan rûyê rastîn ê vê çandê nasbike.
Bangawaziya Min: Êdî Dem Hatiye ku Ev Ji Xewê Şiyar Bibin!
Ev nivîs bangawaziya min e ji bo wezîr, berpirs û bi taybetî jibo rewşenbîrên Bingehê Laliş ya rewşenbîrî û civakî: Ez bang li we dikim ku dest ji tîpên herêmî û rûniştina di odeyên hênikde berdin! Di nêrîna min de, parastina Êzdiyatiyê ne tenê bi qebûlkirina belgeyên Osmaniyan, Îranî û bersivdana rojane yaji bo postên Facebookê yên şovenîstan dibe. Bersiva herîmezin, derxistina mîrata kûr a koka Kurdîtiyê ye ku di pirtûkên ronakbîrên Kafkasyayê û gelek berhemên Êzdiyênweke min de hatine veşartin. Ez hişyariyê didim: Heger hûnîro van berheman wernegerînin zimanên cîhanê û yêErebî/Aramî, û bingeheke komînîkasyonê ya bihêz ji bogihandina pirtûkên Latînî û wergera yên bi erebî/aremî bohemwelatî û Êzdiyan ava nekin, sibe dîrok dê we wekîhevkarên windabûna vê çandê tawanbar bike.
Kemal Tolan, Nivîskar û Lêkolînerê Êzdî
#KemalTolan #Êzdîtî #Kurdîtî #ParadoksaÇandî #WezaretaRewşenbîrî #BingehêLaliş #MîrataKafkasyayê #AlfabeyaLatînî #ParastinaNasnameyê #DîrokaKurdistanê

