Endamekî Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ragihand ku baregehên “Supaya Milî ya Kurdistanê” yên li nêzîkî KampaDareşekranê ji aliyê Îranê ve bi dron û mûşekan hatin armanckirin.
Li gorî amarên destpêkê, di encama êrişê de 9 Pêşmerge birîndar bûne.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya Rojhilatê KurdistanêEdîb Xalidiyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro baregehên “Supaya Milîya Kurdistanê” yên li devera Çemşarê rastî êrişê hatine.
Devera Çemşarê li nêzîkî Kampa Daraşekranê ye.
9 Pêşmerge birîndar bûn
Edîb Xalidiyan li ser zererên êrişê anî ziman ku 9 Pêşmerge birîndar bûne û birînên4an ji wan giran in.
Xalidiyan ragihand ku Îranê di êrişê de 2 dron û mûşekek bi kar anîne.
Tevî ku 8ê Nîsanê di navbera Amerîka û Îranê de agirbest hatibû ragihandin jî êrişênÎranê yên bi dron û mûşekan ên li baregeh û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanêdidomin. (Rûdaw)


