Nêzîkbûna Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Rojeva cîhanê hejand

B Baran

Carek gereke ev bi zelalî bê dîyar kirin ku giştpiresî,  di her warî de, mafekî  rewa yê her civakî, her gelî, her neteweyî ye! Her weha, di warê çarenivîsa xwe de, dîtina xwe zelal kirin mafekî rewa, mafekî xwezayî, mafekî demokratîk û bingehîn e; ev maf, wekî her neteweyê, mafê neteweya kurd e jî!

Neteweya kurd, li Kurdistana Başûr, dengê xwe, rengê xwe, lênêrîna xwe zelal bike, ka çi dixwaze: dewletek Kurdistanî serbixwe dixwaze ya na?

Bêyî ku giştpirsî çêbibe, xwanê ye dost û dijmin tev dizanin ku neteweya me, her kurdek welathez çi dixwaze, ji ber vê jî encamên referandûmê ji niha de zelal e! Ev xirecir, ev kefteleft, ji ber zelalîya encama giştpirsîyê ye. Loma her yek, alîyê xwe vekirî û yan jî bi dirûtî diyar dike.

Dijminan çîqên xwe nîşandan, dostan kêfxweşîya xwe dîyar kirin, yên din daxwaza şûndaxistina dema giştpirsîyê hanîn ziman.

Nêzîkbûna dema giştpirsîyê, refên kurdan jî zelal kirin. Kurdên dilsozê doza neteweyî bi dilgermî û bêyî şert û mercan piştgirîya xwe dîyar kirin. Hinek alîyên sîyasîyên kurd, bi taybet Goran, Komeleya Îslamî û beşek ji YNK şûndaxistina referandûmê daxwaz dikin. Kurdên Rojhilat piştgirîya xwe nîşan didin,  kurdên Başûrêrojava jî piştgêrîya xwe nîşan didin, Kurdên Bakur piştgirîya xwe nîşan dan!

Lê hinek berpirsên PKK û weşanên wê, dest bi xirabî û hovîtîya dewletbûnê kirine. Ku `dewlet û dewletbûn çend xirab e(!)` ji me re şîrove dikin. Tew eger ev dewleta kurd bi destên nedemokratan çê bibe, weka `rabûna qîyametê` didin dîyarkirin.

(Endamê Konseya KCK Kasim Engin ; 17-07-2017 ANF) (Her weha Medet Serhat jî dibêje; ji ber perçebûnîya kurdan di warê  ziman, ol, civak û wd dewletek neteweyî ya kurd çê nabe û gereke kurd vê nexwazin, di nav dewletên heyî li çareserîyê bigerin 15-07-2017 ANF) Her weha wan, otonomkirina devera Şengalê û dûrrawestana wê ji Kurdistanê, Bexdayê bi germayê xistine rojeva xwe!

Desthilatdarên cîhanê tevî dewletên mêtinkar û nemêtinkar yê herêmê, baş dizanin ku wan çawa Kurdistan perçe kirine yan jî di perçekirina Kurdistanê de xwedî bandor bûne, neteweya kurd, li ser axa xwe ji xwerêvebirnê bêpar hîştine. Îro rewşek guncav, fersendek çê bûye ku kurd karibin li perçeyek Kurdistanê vê çarenivîsa xwe biguherînin, her yek ji alîyek ve dengên xwe bilind dikin dibêjin: `niha ne dem e!` Ev  çardeh sal in ku goya Iraqek Federal avabûye. Lê tevayîya aborîya Kurdistanê bi Ereba ve girêdayîye. Ew hukumeta Federal çê dikin, ew birayaran distînin, ew projeyan çêdikin, ew dema bixwazin hatina Kurdistanê dibirin. Mafên Pêşmerge û parêzvanê Kurdistanê nadin, Zimanê Kurdî li deverên desthilatdarîya xwe naxebitînin. Her roj gefan li kurdan dikin. Destûr û yasayan binpê dikin, deverên nakok nahêlin bên çareser kirin…. Û hwd.  Ti bandorek kurdan li Bexdayê nemaye.

Baş e kurd, heta kengê destên xwe li ber Bexdayê vekin, hêja Bexdayê xwe nedaye hev û ji bona êrîşkirina ser Kurdistanê (aborî, siyasî, leşkerî) ne amade ye. Niha dem ne guncav be, wê dema guncav çi demê pêk were?

Ji ber rewşa rojhilata navîn, lêgerîn û guhertinên ku tên payin, desttêwerdanên vekirî yên dedesthilatdarên cîhanê û nakokîyên wan yên li ser Rojhilata Navîn, dem, dema xwe nîşandan û li darxistina KURDISTANA SERBIXWE YE!

Ev fersend ji dest here, carek din bi destxistin ne dîyar e. Devjêberdan, gunehkarîyek mezin e. Bêguman wê bedîl jî hebin, lê serxwebûn tenê rê ye!

Gereke em kurd li ku deverî bin, di bin kîjan mercan de bijîn, ji kîjan perçeyên Kurdistanê bin, yan jî ji dervayê Kurdistanê bin, bêyî tu mercan li gora karinîyên xwe piştgîrê vî mafê xwe yê rewa bin!

Ewê pêngavek baş û bingehîn be ji bona serxwebûna Kurdistanê! Ji niha ve her pîroz be!

19-07-2017

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *