Serokwezîrê ÃŽsraîlê Benjamin Netanyahu, di daxuyaniyekê de derbarê Plana Xezzeyê ya ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye ragihandin de got, “Artêşa ÃŽsraîlê wê li Xezzeyê bimîne” û ew “avakirina dewleteke Filistînî qebûl nakin.”
Netanyahu serdana xwe ya Amerîkayê wekî “serdaneke dîrokî” bi nav kir û diyar kir ku wan encamên girîng bi dest xistine û got, “Li şûna ku em destûrê bidin Hamasê ku me îzole bike, me mase guherand û Hamas îzole kir.”
Netanyahu destnîşan kir ku artêşa ÃŽsraîlê wê li gorî Plana Xezeyê ya ku Trump ragihandiye li Xezzeyê bimîne û got, “Tevahiya cîhanê, tevî cîhanên Ereb û Misilman, niha zextê li Hamasê dike ku ÅŸertên ku me bi hev re bi Trump re danîne qebûl bike. Bi vî awayî, dema ku Hêzên Parastina ÃŽsraîlê (IDF) wê li Xezzeyê bimînin, hemû rehîne, sax û mirî, wê werin vegerandin.”
Netanyahu di bersiva pirseke kesê li piÅŸt kamerayê de derbarê qebûlkirina avakirina dewleteke Filistînî de got, “Bi tevahî na. TiÅŸtekî wisa di peymanê de tune. Me gotiye ku em bi tundî li dijî dewleteke Filistînî ne. Serok Trump têgihîştina xwe ya li ser vê yekê anî ziman. Bê guman, em ê jî qebûl nekin.” (PK)


