Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û FermandarêGiştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî hevdîtinek kir.

Hevdîtin îro li Hewlêrê hat kirin.

Rewşa Sûriyeyê û Kurdan

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di vê civînê de rewşa Sûriyeyê, Kurdan ûpêkhateyên li Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî her wiha “pêşhatên li herêmê, girîngiya parastinaaramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê” nirxandin.

Spasiya Mezlûm Ebdî

Mezlûm Ebdî ji bo piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiyaHerêma Kurdistanê ya ji bo mafên Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê spasiya xwediyar kir.

Hewlên ji bo çareseriyê

Wan di civînê de bal kişand ser pêdiviya diyalog û têgihiştina navbera aliyên Kurdên li Sûriyeyê da ku pirsgirêkên bi Şamê re bên çareserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, “çend mijarên din ên girîng ên her du aliyan” jî bûn mijara civînê. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *