Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piÅŸtî beÅŸdarbûna konferansa li ser Jenosîda Êzidiyan a li Hewlêrê, di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re li ser hejmarek mijarên giring ên navxweyî û herêmî axivî. Wî bi taybetî mizgînî da ku ew nêzîkî çareserkirina krîza mûçeyan bi Bexdayê re ne û di heman demê de pêvajoya aÅŸtiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî wek gaveke “cidî” bi nav kir.
Mijara herî sereke di axaftina Serok Barzanî de krîza mûçeyên fermanberan bû. Wî bi awayekî geÅŸbîn ragihand ku danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî “tund” berdewam dikin û got, “Em hêvî dikin ku em nêzîkî çareseriyekê bibin. Bi xwe, ez dibînim ku ev pirsgirêk dê di demek nêzîk de were çareserkirin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê erka sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û amadebûna xwe ji bo serdana Bexdayê her dem ku pêwîst be, dubare kir.
Pêvajoya aÅŸtiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê:Â
Derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê de, Nêçîrvan Barzanî rewÅŸ weha nirxand: “Gavên baÅŸ hatine avêtin. Ev ne pêvajoyek hêsan e ku di ÅŸevekê de bi dawî bibe. Lêbelê, erê, pêvajo hêdî hêdî bi pêş ve diçe, lê gavên cidî hene.”
Serokê Herêmê amaje bi hewldanên dîplomatîk ên ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê kir û got, “Em di danûstandinên pir dijwar de ne.” Wî diyar kir ku du roj berê bi Balyozê Amerîkayê û ÅŸirketên petrolê re li ser vê mijarê axiviye.
Li ser bûyerên ewlehiyê yên dawî yên li Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî banga aramiyê û serweriya yasanê kir û got, “Ya giring ji bo me ew e ku hemû mesele bi awayekî qanûnî werin çareserkirin û can û malê welatiyan were parastin.”
Hewldanên ji bo kabîneya nû
Di dawiyê de, derbarê hewldanên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de, Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku diyaloga di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK) de berdewam dike, lê heta niha bernameyeke zelal nehatiye danîn.(PK)


