Nêçîrvan Barzanî: Diyarkirina Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê gaveke girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê bi ÅŸandeyeke ÃŽmaratê re civiya û destnîşankirina Nûnerê Taybet ê ÃŽmaratê yê ji bo Kar û Karên Aborî yê Herêma Kurdistanê wekî “gaveke girîng” bi nav kir ku giringiya pêwendiyên her du aliyan nîşan dide.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Îmaratê yê Kar û Barên Aborî yê Herêma Kurdistanê Seîd Hacirî û heyeta pê re qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de “her du aliyan pesnê dîroka dostanî û pêwendiyên xwe da, kêfxweÅŸiya xwe bi asta pêwendiyên di navbera her du aliyan de anîn ziman.

Aliyan tekezî li ser daxwaza dualî ya ji bo bipêşxistina zêdetir û berfirehkirina hevkariya hevbeÅŸ kir, bi taybetî di wan warên ku ji bo her du aliyan girîng in.”

Di heman çarçoveyê de, her du aliyan hebûna yasayeke hander û jîngeheke alîkar ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê wekî “girîng nirxand.”

Nêçîrvan Barzanî spasiya serkirdayetî û hikûmeta ÃŽmaratê kir ji bo “alîkarî û piÅŸtgiriya wan a ji bo ÃŽraq û Herêma Kurdistanê”.

Barzanî her wiha destnîşankirina nûnerê taybet ê ÃŽmaratê yê ji bo kar û barên aborî yê Herêma Kurdistanê wekî “pêngaveke girîng bi nav kir ku giringiya pêwendiyên her du aliyan nîşan dide.”

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya xwe ji bo Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayed El Nehyan ducare kir ku Nîsana borî di civîneke dualî de li Ebû Dabiyê tekezî li ser şandina nûnerê taybet ê Îmaratê yê ji bo veberhênanê li Herêma Kurdistanê kiribû.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Seîd Hacirî behsa derfetên sermayeguzarî û veberhênanê û kar û çalakiyên kompanyayên Îmaratî û sektora taybet a li Herêma Kurdistanê kir û li ser asoyên berfirehkirina wan di warên cuda de nêrînên xwe parve kirin.

Di heman demê de, Serokê Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ya ji bo pêşkêşkirina “hemû piÅŸtgirî û alîkariyên pêwîst ên aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ducare kir.”

Cûrbecûrkirina aboriyê, hebûna dîtineke zelal ji bo veberhênana Îmaratê li Îraq û Herêma Kurdistanê, aboriya berdewam, pêwendiyên Îraqê yên bi Îmaratê re û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, mijarên din ên civînê bûn. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *