Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di bangeşeya hilbijartinê ya partiya xwe de li Silêmaniyê axivî.

Alîkarê Serokê PDKyê ragihand ku PDK “bêyî Silêmaniyê ne temam e” û got, “Asmanê Silêmaniyê beÅŸeke xweÅŸik a asmanê Kurdistanê ye.

Dema geÅŸta asmanê Silêmaniyê kêm bibe, geÅŸta asmanî li Kurdistanê kêm dibe. Asman û xaka me navekî wê heye, ew jî Kurdistan e.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, “Kêmasiyên vê deverê ji bo PDKyê ne cihê kêfxweÅŸiyê ne û ji bo me xemeke mezin e.”

Alîkarê Serokê PDKyê her wiha PDK wekî “deyndarê Silêmaniyê” bi nav kir û got, “Em wekî beÅŸeke hezkirî ya Kurdistanê li vê deverê dinêrin.”

“Divê tenê Zona Kurdistanê hebe”

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Kolanek li Helebceyê yan Zaxoyê bê çêkirin, em wekî hev pê kêfxweÅŸ dibin.

Dibistanek li Seyîd Sadiqê yan Herîrê bê avakirin, em wekî hev pê kêfxweÅŸ dibin.”

Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku nabe Zona (herêm) Kesk û Zona Zer hebe û got, “Divê yek zone hebe, ew jî Zona Kurdistanê ye.”

Alîkarê Serokê PDKyê pirsî, dema DAIŞê êrişî Pêşmerge kir, “Gelo pirsî xwîna kîjan ji we kesk e û kîjan zer e?”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji alîgirên PDKyê yên li Silêmaniyê xwest ku ji bo komkirina milyonek deng bixebitin.

Alîkarê Serokê PDKyê got, “Tecrûbeyê selmandiye ku yê dikare xizmeta Kurdistanê bike, tenê û tenê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye. Wê derfetê bidin PDK bibînin ka dê çi bike.”

“PDK teslîm nabe”

Nêçîrvan Barzanî di beÅŸeke din a gotara xwe de got, “Dema Kurdistanê sala 2005an destûra ÃŽraqê pesend kir, teslîmbûn pesend nekir, belkî li ÃŽraqê sîstema federaliyê pesend kir.

Birêvebiriya desthilatê bi awayekî navendî û nehiştina desthilatên Herêma Kurdistanê, tê wateya teslîmbûna Herêma Kurdistanê.

ÃŽro ji vî bajarê ku teslîm nabe, ji Silêmaniyê em bi dengekî bilind ji her kesî re dibêjin, PDK teslîm nabe, gelê Kurdistanê teslîm nabe.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *