Nêçîrvan Barzanî: Alîgirên Zaxoyê bûn şanaziya Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alîgirên tîma Zaxoyê pîroz kirin û got, “Ev ÅŸanaziyek e ji bo tevahiya tevgera werzişê ya li ÃŽraq û Herêma Kurdistanê.”

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ji ber piÅŸtgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata “Alîgirê Herî BaÅŸ” a sala 2025an dîtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, alîgir û birêvebirên tîma Zaxoyê pîroz kirin û got:

“Ev sernavê cîhanî ne tenê serkeftinek e ji bo Kuluba Zaxoyê, ew ÅŸanaziyek e ji bo tevahiya tevgera werzişê ya li ÃŽraq û Herêma Kurdistanê.”

“We peyama aÅŸtiyê gihand cîhanê”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de pesnê şêwaza alîgiriya xelkê Zaxoyê da û got:

“We bi coÅŸ û xiroÅŸ û şêwaza xwe ya ÅŸaristaniyane ya piÅŸtgiriyê, stadyuma xwe kir tabloyek hunerî ya bedew û peyama aÅŸtî, hezkirin û jiyandostiya gelê Kurdistanê gihand cîhanê.

Dilsozî û wefadariya xelkê Zaxoyê yê hezkirî ya ji bo kuluba wan, mînakeke bilind e.

Ez hêvîdar im hûn her tim wekî pêşeng bimînin û bibin piştgirekî bihêz ji bo pêşketina werzişê û bilindgirtina navê Kurdistanê.

Ez careke din we pîroz dikim, her serbilind û serkeftî bin.”

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê û bi vê çalakiya xwe bala hemû cîhanê kişandibû.

Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ketin pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn ên Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *