Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ragihand ku Îranê bi mûşeka balîstîk Kuweyt kiriye hedef û mûşek ji aliyê artêşaKuweytê va hatiye astengkirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser hesabê Xê de wiha hat gotin:
“27ê Gulanê bi dema Rojhilat demjimêr 22:17an, Îranê mûşeka balîstîk avêtKuweytê û mûşek ji aliyê hêzên Kuweytê ve hat astengkirin.”
Di daxuyaniyê da êrişa li ser Kuweytê bi rengê “binpêkirina agirbestê” hat nîşandanû hat destnîşankirin Îranê berî vê êrişê 5 dronên kamîkaze jî firandine.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku artêşa Amerîkayê dronên navborî astengkirine.


