Li gorî daxuyaniya HSDyê, “Şandeya HSDyê di hevdîtinê de, ji bo wê piştevaniya berdewam a ku Fransa pêşkêş dike û bi taybetî jî ji bo hewlên dîplomatîk ên Parîsê yên ji bo çespandina agirbestê û bihêzkirina aramiyê li herêmê spasiya Serok Macron kir.”
HSDyê her wiha destnîşan kir ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya piştevaniya navneteweyî kir da ku rêkeftina HSD û Şamê pêk were.
Hat diyarkirin ku temamkirina vê rêkeftinê xizmetê pêvajoya yekxistina saziyan û aramiya li Sûriyeyê dike.
Helwesta Macron
HSD dibêje, Emmanuel Macron tekez kir ku Fransa dê hewlên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne û “Serokê Fransayê pesnê rola bibandor a Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di rûbirûbûna terorê û parastina ewlehiya herêmê de da û diyar kir ku welatê wî dê weke hevparekî sereke li gel wan bimîne.”


