Fermandarê GiÅŸtî Mezlûm Ebdî, da zanîn ku HSD dê tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibe û ji bo destpêkirina vê pêvajoyê dê di rojên pêş de heyetek serdana Åžamê bike. Ebdî herwiha destnîşan kir, Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) dê li seranserê Sûriyeyê ÅŸerê DAIÅž’ê bike.
Fermandarê GiÅŸtî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî, duh 10ê Comehê bi boneya 10’emîn salvegera damezrandina HSD’ê daxuyaniyek da û ev roj li gelê Sûriyeyê, ÅŸervan û hevalbendên xwe pîroz kir. Ebdî diyar kir ku serkeftinên HSD’ê bi saya piÅŸtevaniya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe pêk hatiye.
“Em ê di avakirina artêşa Sûriyeyê ya nû de cih bigirin”
Ebdî bal kiÅŸand ser qonaxa nû ya li Sûriyeyê û wiha got: “PiÅŸtî têkçûna rejîma Beisê, Sûriyeyeke nû hate avakirin û li Sûriyeyê artêşeke nû tê avakirin. Em jî weke hêzeke sereke ya parastina Sûriyeyê, dê di avakirina artêşeke nû de cih bigirin. HSD dê bibe beÅŸek ji artêşa Sûriyeyê ya nû ku tê avakirin.”
Ji bo cîbicîkirina lihevkirina 10’ê Adarê, Ebdî ragihand ku ew ê wek fermandariya HSD’ê di rojên pêş de heyetekê bişînin Åžamê da ku li gel Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê pêvajoya tevlîbûna HSD’ê ya ji bo artêşê bi fermî dest pê bikin.
“Ezmûna HSD’ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike”
Fermandarê GiÅŸtî teqez kir ku HSD bi ezmûna xwe ya di ÅŸerê li dijî DAIÅž’ê de, bi perwerdeya 10 salan, bi xebata xwe ya li gel hêzên navneteweyî û bi piÅŸtevaniya gel, dê bibe hêzeke girîng di nava artêşa Sûriyeyê de û wê hêz û xurttir bike.
Rola Nû ya YAT’ê: Åžerê li Dijî DAIÅž’ê li Seranserê Welat
Mezlûm Ebdî derbarê paÅŸeroja Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) de jî agahiyên girîng parve kirin û got: “Hêza me ya dijî terorê, YAT, dê roleke nû bilîze. Êdî ne tenê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, lê li ser asta niÅŸtimanî û li gel yekîneyên din ên artêşa Sûriyeyê dê xebateke hevbeÅŸ bimeşîne.”
Ebdî anî ziman ku ew bawer dikin tecrubeya mezin a YAT’ê ya di van salên borî de, dê di pêvajoya nû de roleke pêşeng di ÅŸerê li dijî DAIÅž û terorê de li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê bilîze û bibe sedema serkeftineke mezin.
Piştî hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî û Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra ya roja 7ê Cotmehê, li eniyên şer agirbesteke demildest hatibû ragihandin.
Merhef Ebû Qesra li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” daxuyaniyek belav kir û got: “Me li hev kir ku li hemû enî û xalên leÅŸkerî yên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê agirbesteke berfireh were ragihandin û ev rêkeftin demildest bikeve warê cibicîkirinê.”
Ev pêşhat wek encama lihevkirina ku di 10’ê Adarê de di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Åžamê de hatibû îmzekirin, tê dîtin. Li gorî wê lihevkirinê, ji bo cîbicîkirina xalên peymanê komîteyên hevbeÅŸ hatibûn avakirin, ku xalên herî girîng “yekxistina saziyên sivîl û leÅŸkerî” û “nasîna mafên Kurdan di destûrê de” bûn. (K24)


