Mesrûr Barzanî: Em dê hemû tevdîran ji bo rû bi rûbûna wê dijminatiya li dijî Herêma Kurdistanê tê kirin bigrin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa “dijminane, xedr û xiyanetê” ya li ser baregehên Pêşmerge ÅŸermezar dike û daxwaza rawestandina van êrîşên dijminane dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Adarê di peyamekê de ragihand: “Em êrîşa dijminane, xedr û xiyaneta ÅŸevê din a li ser baregehên Pêşmerge ÅŸermezar dikin, ku di encamê de 6 Pêşmergeyên qehreman ÅŸehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji bo kesûkarên serbilind ên ÅŸehîdan xwast û daxwaza baÅŸbûnê ji bo birîndaran kir.”

Masrûr Barzanî tekez kir: “Ji bo rûbirûbûna vê dijminatiya li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, em ê hemû tevdîrên pêwîst bigirin.”

Her wiha bang li Hikûmeta Federal û civaka navdewletî dike ku “sînorekî ji bo van êrîşên dijminane yên li ser Herêma Kurdistanê deynin.”

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, berbanga îro 24ê Adara 2026an, bi 6 mûşekên balîstîk ên Îranê du êrîşên cuda li ser baregehên Pêşmerge hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, mûşekên Îranê baregeha Firqeya 7an a Peyade (Devera Yek) û hêzeke Firqeya 5an a Peyade li sînorê devera Soranê kirine armanc. Di encama van êrîşan de, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmerge birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge ev êrîş bi tundî ÅŸermezar kir û wekî “çalakiyeke terorîstî” li dijî Herêma Kurdistanê pênase kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser mafê parastina rewa kir û got: “Mafê me yê tam heye ku em rûbirûyê her destdirêjiyekê bibin ku li ser gel û xaka me tê kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wan bi ti awayekî çaverê nedikir ku bi vî rengî ya “namerdane” bersiva helwesta aÅŸtiyane ya Herêma Kurdistanê were dayîn, “lê temenê zilm û nehaqiyê kurt e û vîna aÅŸtiyê dê ser bikeve.” (BN)

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *