Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî di hevpeyvîneke televîzyonî de, îdiayên giran derbarê zextên Amerîkayê yên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê anîn ziman. Meşhedanî ragihand, Amerîkayê ji bo rêgirtina li derxistina yasaya Heşda Şeibî gefên tund li serkirdeyên Iraqê xwarine.
MeÅŸhedanî got: “ÃŽsraîlê hewl da Iraqê bombebaran bike, lê Amerîkiyan nehiÅŸt.” Herwiha da zanîn jî: “Amerîkiyan daxwaz kir ku yasaya HeÅŸda Åžeibî neyê pejirandin û ji bo vê yekê zext li serkirdeyên siyasî û olî yên Şîe kirin.”
Serokê Parlamentoyê derbarê asta gefan de wiha axivî: “Amerîkiyan gefa rakirina parastina siyasî û ewlehiyê xwar, heta gihiÅŸt wê astê ku gefa Kampa Holê jî li me xwarin.” Da zanîn jî, derfet hebû yasa were derxistin, lê “hêzên Şîe hatin razîkirin ku vî karî nekin.”
Di beÅŸeke din a axaftina xwe de, MeÅŸhedanî got: “Dagirkeran ji bo xizmetkirina projeya ÃŽsraîlê, Ereb li ser Şîe û Suneyan dabeÅŸ kirin” û got: “Partiyên îdeolojîk nikarin tiÅŸtekî pêşkêş bikin.”
MeÅŸhedanî tekez kir ku “Iraq nikare bigihîje aramiyê, heta ku ji welatê pêkhateyên, nebe welatê hemwelatîbûnê.”
Derbarê rewÅŸa rêveberiya welat de, MeÅŸhedanî rexne girt û got, avakirina dewletê pisporî divê û diviyabû ji sala 2006’an ve dest pê bikira. Herwiha got: “%80 ji xelkê ji siyasetê aciz in.”
Serokê Parlamentoya Iraqê herwiha destnîşan kir ku “kesên jêhatî û xwedan ÅŸiyan di nav wî 80%î de ne ku boykotê li dengdanê kirine.” (K24)


