Cano AMEDÃŽ
Neyarên miletê Kurd, weke hemû deman ji coşîya pêla hiÅŸmendîya netewî ditirsin û dixwazin bi lîstikên Osmanî rê li hiÅŸmendîya neteweyî asê bikin. îro ÅŸagirtên DoÄŸu Perinçek, Yalçın Küçük û hwd di bin fermandarîya Veysî Sarısözen de dest bi êrîşan kirine. Li hemberî NiÅŸtimanperweran sîyasetek dijmînatîyê didomînin.Â
Çep, rast, muhafazakar, liberal hemû beşên civaka Tirk bi yek dengî, bi kelecanîya “bila dewleta me zewal nebîne” piÅŸtevanîya sîyaseta neyartîyê dikin. Bertek, helwest û dijîtîya xwe bi kelecanîya alîgirîyê didomînin û dixwazin jê sûd bigirin.Â
Hemû beşên medyaya wan li gorî mekanîzmaya makîna derewan dixebite. Weke makîna derewan ya Îttîhad Terakkî, Teşkîlatı Mahsûsa, Kemalizm, Baasîzm û ummetê, ev sîyaset îro jî li gorî stratejîya dijî miletê kurd, bi hêvîya rojevê biguherînin û bendan li ber hişyarbûna hişmendîya netewî deynin tê meşandin.
Bi plansazîyek stratejîk, bi rîya aktorên erkdar dixwazin nakokîyên heyî bixurînin û kûr bikin; dîsa bi derew û manîpulasyonên cuda dixwazin pêvajoyê dejenere bikin an jî jehrdadayî bikin. Em dibînin ku Medyayek bê wîjdan, ji pîvan û exleqê ragihandinê dûr, li gorî berjewendîyên îdeolojîk, li ser bingeha dijberîyê ji xwe re demsalên bêhiqûqî ava kirîye. Ev medyaya ziman jahrî, weke makîna derewan tevdigere, zirar û ziyanek mezin dide miletê Kurd.
Di dema serdema Nazîyan de, wezîrê propagandayê Joseph Goebbels ji bo piÅŸtevanîya civakê û alîgerên xwe mobîlîze û kontrol bike rê û rêbazên propagandaya reÅŸ bikar anîye.Â
Em dibîn ku îro jî bi wan rê û rêbazan, makîna derewan civakek stûxwar ku weke kerîyê pez tevdigere kontrol dike. Di heman deman de ev makîna derewan ji bo dîktatoran weke keÅŸtîyek hatîye dîtin, lê hemû desthilatdarên diktator di dawîya dawî de di deryayên “dîktatorîya demokratîk” de fetisîne!
Ji bo mînak ez dixwazim çend gotinê Joseph Goebbels bi we re parve bikim ku hûn bibînin bê makîna derewan do û îro çewa dixebite. Çewa civakê dixapînin û sîyaseta xwe li ser hîmên derwan bilind dikin. J. Goebbels dibêje:Â
“Hûn tiÅŸtekî çiqas dirêj dubare bikin, mirov wê ewqas zêdetir jê bawer bikin.”
“Çapemeniyê wekî klavyeyeke dêw bifikirin ku hikûmet dikare bikar bîne.”
“Derewan bikin, dê helbet kesên ku jê bawer bikin derkevin.”
“Armanca me ne gotina rastiyan e, armanca me bandorkirina li ser mirovan e.”
“Medyayeke bêwicdan bide min; ez ê civakek bêhiÅŸ pêşkêşî te bikim.”
ÃŽro jî ruhê Joseph Goebbels li taxên medyaya îdeolojîk de zîndî ye û bi kirasê “medyaya azad”, bi kirasê “jiyanek nû” serdemên dîktatorîyên berê weke paÅŸerojê pêşkêşî civakê dikin. Divê meriv xwedîyê vê sîyaseta rûreşîyê baÅŸ bizanibin ku bi vê medyayê, bi vî zimanê jahrî, bi vê sîyaseta dijmînatîyê, bi propagandayên reÅŸkirina rastîyan wê nikaribin bigihîjin armancên xwe. Bingeh û sosyolojîya hiÅŸmendîya neteweyî ya miletê Kurd, êdî rê li ber sîyaseta îdeolojîk asê kiriye û her diçe li ser zemînek esasî bi cîh dibe. 14.02.2026


