Maçên Futbolê, tirsên tayê dixe laşên Rejimên Zulumkaran!

Siddik BOZARSLAN

”Kürtlere karşı ırkçılığı eleştirmişti: Azeri yazar tutuklandı”

Lêkolîner û nivîskarê azerî yê ji Nexedeyê Şayan Hoşyar, li Urmiye ji ber egera ”li dijî Îranê propaganda kirîye” hatîye tewqîfkirin û wî rêkirine zindanê. Li gora haydarîyên Rûdawê (15 Ekim 2025), abûqatê kurd Mesud Şemsînecad ji Urmîye, vê daydarîyê ragihandîye:

Roja înî ya çûyî li Urmîye di navbera tîmên futbolê Hurspor (Azadîspor) Urmîye û Mescîd Suleyman da maça futbolê çêbûye û tîma kurdî Hurspor Urmîye bi serketîye. Dema piştgirvanên kurd li tribunê şahîya kêfxweşîyê nîşan dane; grubek azerî jî bi sloganan heqaret li kurdan kirine û şahîya kurdan protesto kirine. Di derbarê wê bûyerê da nivîskarê azerî Şayan Hoşyar jî di nivîsareke xwe da weha nivîsîye:

”Ew dixwazin her tişt ên wan bin, lê jibo yên dî mafeke herî biçûk jî qebûl nakin” gotîye û ev hevoka wî ya masumane ya heqîyê bûye sedem ku ew bibe zindanî. Abûqatê kurdê ji Urmîye Mesud Şemsînecad jî jibo wê biryara dadgehê weha gotîye:

”Mirov dikare Şayan Hoşyar, wek Îsmail Beşikçiyê Urmîyeyî binav bike. Wî mafê kurdan parast û li dijî pêlê nefreta ku li welatê wan hat serê wan, rawestîya û rexne li nêrîna nejadperestîyê xistîye.”

Her weha abûqatê kurdê aktivist dibêje: ”Divê hêzên ewlekarîyê wan kesan tewqîf bikirana ku li Stadyuma Urmîyê heqaret li kurdan kirine, ne ku kesekî ku li dijî nejadperestîyê rawestîyaye.”

Notek jibo Futbolê: Siddîq Bozarslan

Wek xwendoxên xoşevîst di nûçeya jorîn da dîtine, maçeke lokalî / herêmî ku li Urmîye çêbûye û Tîma Xortên Kurd serfirazîyek bi dest xistîye. Lê, ew maç li ser erdnîgarîyek çêbûye ku ji alîyê rejima zulumkar ve hema hema her roj cuwanên kurd û yên dî dibin ber darên sêpikê û îdam dikin û li cîhanê rekora îdamkirinê bi dest xistine. Rejimeke weha hov ne tenê teda û zulmê dikin. Digel wê fanatizma xwe mejîyên gelek girseyan jî adeta hepis kirine û grubên neteweyên cuda kirine dijminên hev. Loma girseyên fanatik, tehemula têkçûna maçek jî naxwazin qebûl bikin û digel hêzên dewletê hovîtîya xwe radixin meydanê. Ev bûyer bi tena serê xwe bû sedem ku ez çend rêz li ser futbolê jî binivîsîm ku jibo min dibe nvîsara pêşîn. Ez divê kêmasîya xwe qebûl bikim ku heta nûha li ser vê babetê tiştek nenivîsîye. Sala çûyî, min nivîsara xoşevîstê Çeko Çetîn xwendibû ku di derbarê futbolê da bû û min wê ecibandibû jî. Piştî vê bûyera jorîn min nivîsara Çeko raxist ser ekranê data xwe û piranîya wê maqaleyê wergerand kurmancî ku orijinala wê tirkî bû.

Li jêr hun dê jibo Amed Sporê bi taybetî û jibo sporê ya cîhanî bi giştî makaleyek bixwînin ku ew wek werger ji alîyê min ve hatîye kirin. Ev makale, nivîsara Xoşevîstê Çetin Çeko ye û navê nivîsarê weha ye: (Çetin Çeko, Futbol sahasında birleşen Kürt siyasetçiler /18/05/2024/ Divê ez li vir bidim xuyakirin ku bi xêra bûyera jorîn ku li Urmîye qewimîye û bi xêra birayê xoşevîst Çetîn Çeko ez di derbarê futbolê da yekemîn car nivîsarek dinivîsim û pê kêfxweş dibim. Eger ev makaleya Çeko û bûyera Urmîye nebûya, Xwedê zane min qet li ser sporê û futbolê tiştek nenivîsaya. Loma ez spasdarê birayê Çeko me ku wê makaleyê nivîsîye û jibo min jî bûye çavkanîya îlhamê. Eger xwendoxên hêja vê nivîsara kurmancî û nivîsara tirkî ya Çetîn Çeko bidin ba hev û muqayese bikin; ew dê bibînin ku wek naverok hema hema zêde ferqîyetan nebînin. Min navê Kitêba Simon Kuper li  sernivîsarê danî ku li jêr hûn dê bixwînin.

”Futbol  Qet (Tu car) Tenê Futbol Nîne”

Nivîskarê sporê yê Financial Times Simon Kuper, di derbarê sporê da kitêbek nivîsîye ku navê kitêbê jî balkêş e: ”Futbol  Qet(Tu car) Tenê Futbol Nîne” Ew futbolê şibandîye sosyolojiya civatî ya tevlîhev ku unsûrên civatê, siyasetê, netewetîyê, welatevînîyê, dînî (olî) û çînayetîyê dide nîşandan.

  1. Kuper, futbolê wekî aletek ku hestên netewetîyê şîyar dike û nasnameya neteweyî dikemilîne. Di vê çarçoveyê da Tima Millî (Neteweyî) ya İngilistanê, piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn, misyoneke baş anîye cî ku gel anîye berhev (civandîye-komkirîye) û bûye alîkar da ku hest û gurura millî biafirîne.

Her weha Kuper, behsa rejimên faşist li Îtalya û Almanya ya Nazî dike ku di pêvajoya Şerê  Cîhanî yê Duyemîn da futbolê wek aleteke propagandayê xebitandîye. Numûneya ku Benito Mussolini di 1934an da Tîma İtalyayê Kupa Cîhanê sitandîye, wê serfirazîyê wek serfirazîya rejima xwe nîşan daye. Ev jî nîşaneke pir vekirî ye.

Tê zanîn ku di têkoşîna serxwebûna Cezayîrê da futbolê roleke girîng anîye şûnê. Ew pêşberika (maça) ku Cezayîrê di 1958an da li dijî Fransayê qezenc kirîye, ew bûye nîşaneke (simgeyeke) bizava serxwebûna Cezayîrê. Paşê serfîrazîyên Kupayên Cîhanî yên FIFAyê ku di 1982 û 1986an da çêbûne, adeta hestên yekîtî û gurura milî ya gelê Cezayîrê kemilandîye.

Wek tê zanîn têkoşîna azadîya Kosovayê, di rîyeke zehmet û dirêj da hatîye domandin. Di wê pêvajoyê da têkoşîna ku Tima Neteweyî ya Kosovayê di çarçoveya navberneteweyî da daye, bûye alîkar da ku Kosova were naskirin û serxwebûna xwe bi dest bixe.

Tima Neteweyî ya Skoçyayê, di têkoşîna serxwebûna Skoçyayê da adeta bûye semboleke girîng. Bi taybetî jî maçên ku li hemberê İngilistanê bi serketine, ew bûne sedemên neteweevînîya skoçyayîyan û daxwazên wan ên serxwebûnê qeîm kirîye, kemilandîye.

Tima Neteweyî ya Macaristanê ku di salên 1950yan da bi leqebnavê ”Tima Zêrîn” hatîye naskirin û maçên ku li hemberê Yekîtîya Sovyetan bi serketibûn; li Macaristanê bûbû sedemê  geşbûna hestên neteweyî ya macaran ku bi Şorişa Macar ya 1956an serfîraz bûbûn.

Li Başurê Afrikayê, di bin sîya rejima apartheidê da, lîstikvanên reşik ku ji tima milli hatin avêtin, ew bû wesîleyek ku agirê berxwedanê li dijî apartheidê vêxist. Di 1995an da di Kupaya Cîhanî ya Rugby da serketina tima milli ya reşik ya Başurê Afrikayê, adeta bû serketina li dijî nejadperestîyê û nîşana yekîtîya neteweyî hat qebûlkirin.

Kluba Sporê ya Barselonayê ku jê ra dêwa Katalan hatîye gotin, di têkoşîna serxwebûnê da bibiryardayînê bal kişandibû ser xwe, ew jibo Kurdistanîyan jî numûneyeka girîng raxistîye meydanê. Di dema diktatoriya Franko û Şerê Hundûrîn yê Spanyayê da, bûye nasnameya Katalanyayê û daxwazên serxwebûnê, ew ne tenê bi serketinên sporê bi serketîye, her weha pêşevatîya berxwedana gelê katalonyayê jî kirîye. Barselona, Rengê alaya katalanyayê jî hilbijartîye ku adeta bûye navenda nasnameya katalanyayîyan û hestên neteweevînîyê. Stadyuma Klubê jî bûye nîşana navenda yekîtî û hevkarîya gelê katalanyayê. Ev rewşa kluba wan, car carna bûye sedemên alozîyên di navbera wan û hukumetê da ku carna ceza jî xwarine, lê wan nîşana sembola yekîtî û têkoşîna gelê xwe parastine. Loma çîroka Kluba Barselonayê daye nîşandan ku têkoşîna serxwebûnê; ne tenê di qadên sîyasetê, ekonomîyê û eskerîyê da, di qadên spor û kultûrê da jî, têkoşîn pêwist e ku ev jibo doza Kurdistanîyan jî divê bibe kana îlhamê û tecrube jê were sitandin.

”Barcelona ve Amed Spor: Benzerlikler ve Farklılıklar.”

Çîrokên Klubên Barselona û Amed Sporê, gelek ji hev cîyê ne. Hezkiroxên yekê jibo serxwebûnê têdikoşe, yên dî jibo naskirina nasnameya neteweyî û bi destxistina statuyê têkoşînê didomîne. Ferqeke gelek girîng di navbera du gruban da ew e ku Barselona, gelek xelatên navberneteweyî yên şampiyonîyê sitandîye û tîmeke navberneteweyî ye. Amed Spor hê tîmeke cuwan e û di sezona pêşîya me da di Liga I.mîna Turkîyê da dê têkoşînê bide. Her du tîm jî li dijberî teda dewletê dimînin. Lê teda ku li dijî Amedsporê ye, zêdetir e. Ne tenê teda dewletê, digel wê teda û dijberîya kîtleyên gelê nejadperest û faşist jî ku di maçên deplasmanê da li bajarên tirkan xwe nîşan didin, Amedspor mecbûr e li dijî wan jî raweste.

Di 2015an da dema ”Dîyarbekirspor”ê xwestibû navê xwe bike Amed Spor, Federasyona Futbol a Turkîyê (TFF) doza lêgerinê vekiribû da ku bi ”rêxistina Teror”ê ve têkildar e. Di 2016an da di maçeke Lîga Superê da dema temaşevanan Alaya Kurdistanê vekiribûn, ceza dabûn Amedsporê ku di maçek da temaşevanên wan beşdarî nekin. Gelek caran jî piştgirên Amed Sporê sloganên kurdî gotibûn û ew jî bûbûn sedem ku cezayê pere bidin Amed Sporê. Neheqîyek jî çapemenîya Turkîyê li dijî Amed Sporê raxistîye meydanê û gelek caran hin dezgahên medya çapemenîyê Amed Sporê bi rêxistina terorê ve gunehkar nîşan dane û welê bûye ku pirê caran jibo Amed Sporê bûye zehmet ku sponsor peyda bike.

Hem Barselona û hem jî Amed Spor, tîmên ku herêmên xwe temsîl dikin, xwedîyê nasname û kultûrên qewî ne. Sembola kultûr û nasnameya Katalanya, Barselona ye û alaya katalanan hilgirtîye ser xwe. Amed Spor jî rengên herêma Kurdistanê yên neteweyî hilgirtîye ser xwe.   Hem Barcelona û hem jî Amed Spor, du tîmên taybetî yên girîng in ku hêza futbolê jibo guherîna siyasi û civatî dixebitînin. Barselona, zimanê katalan dixebitîne û nasnameya  neteweyî jibo têkoşîna serxwebûnê diparêze. Piranîya piştgirên Amed Spor bernameyên ê, zimanê kurdî, nasname û kultûra kurdî di serî da Têkoşîna Statuya Kurdî diparêzin. Her du tîm jî projeyên berpirsîyarîyên civatî girtine ser xwe da ku cîyêwazî ava bikin. Barselona Weqfa Barçayê ava kirîye jibo piştgirîya projeya derdorê ya civatî pêk bîne. Amed Spor jî di babetên xizanî û perwerdeyî da jibo taybetîya  bernameyên cîyêwazî çêke, dixebite.

Muqayesekirina Barselona û Amed Sporê. Nîşan didin ku jibo guherîna civatî û sîyasî spor adeta bûye aleteke qeîm ku li herêmên cuda yên cîhanê di pêşberikan da rolên girîng girtine ser xwe. Loma Futbol, tenê ji sporê zêdetir jibo têkoşîna azadîyê û nasnameyê dikaribûye bibe platforma têkoşînê ya muşterek.

Sîyaseta kurdî, demeke dirêj e ku hatîye perçekirin û sîyasetvan zehmetîyê dikêşînin ku li ser zemînek werin ba hev. Lê kadroyên sîyasî yên Kurdistanî dikarin  di maçên Amed Sporê da di tribunan da werin ba hev û digel hev piştgirîyê bidin Amed Sporê.

Kadroyên DEM, HUDAPAR, HAKPAR, PSK, PWK, KDP û KKP, eger di tribunan da li nik hev rûnenin jî, heman hest û coşa neteweyî parve dikin. Tu kes, keseke dî ne xaîn îlan dike, ne jî hevkarê filan derî yan bêvan derî tawanbar (sûcdar) îlan dike. Loma divê hêvîya me xurt be ku Amed Spor çi qas xurt bibe, jibo sîyaseta kurdînîyê ew dê bibe hêzeke ku sîyasîyên kurd bîne ba hev û jibo dahatûyê jî bibe pireyeke hevkarîyê.

Eger qeza û belayek neyê serê Kluba Amed Sporê; ew dê bikaribe di raya cîhanê û Turkîyê da dengê xwe bide bihîstin û rola xwe jibo têkoşîna kurdan ya netewqeyî û demokratik, roleke baş bi karbîne. Ji ber ku ew xwedîyê wê potansiyelê ye.

Mixabin li Kurdistanê di pêşketin û geşbûna sîyaseta sivîl û bizavan da qasî ku pêdivî hebû partîyên sîyasî rolên ku diket ser milên wan, nikaribûne bînin şûnê. Lê serfîrazîya Amed Sporê û piştgirîya ku ji Kurdistanîyan distîne, tê wê wateyê ku ew di pêşîya partîyên sîyasî da ye ku nihêrtina wan li gora ideolojik e. Bi taybetî jî neslên nû ku di nav sefên têkoşîna neteweyî û demokratik da cî digrin, rola Amed Sporê û tesîrên wê ji tesîrên partîyên sîysaî wek DEM, HAKPAR, HUDAPAR, KDP, KKP, PSK û PWK pirtir e. Loma serketinên Amed Sporê, divê wek qezencek jibo piştgirîya têkoşîna neteweyî û demokratik a Kurdistanê bê dîtin û qebûlkirin. (Çetin Çeko, Futbol sahasında birleşen Kürt siyasetçiler /18/05/2024/   X: @cetin_ceko 

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *