Zinar SORANÎro li Stockholmê, li hola şaredarîya Huddîngeyê kêlîka bîranînê ya kekê Eyûb Alacabeg bi girseyek mezin hate li darxistin. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar dost, meriv, heval û hogirên kekê Eyub beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn ji alîyê keça kekê Eyub, Nûjînê ve hate dest pêkirin û birêvebirin. Li gorî bernameya hatibû amadekirin, li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) endamê Meclîsa PWKyê Nimet Mutaz Aydin axaftinek pêşkêş kir; Mustafa Aydogan, Zinar Soran, Murad Ciwan û Îkram Delen jî li ser jiyan, xebat û têkoşîna kekê Eyub û bîranîn xwe yên bi wî re bi beşdaran re par ve kirin. Bîranîn bi axaftin û spasîya birayê Kekê Eyub, Mahmûd Alacabeg bi dawî hat.
Bila ruhê kekê Eyub şad, mekanê wî rohnî û cihê wî bihuşt be!
Bila serê malbatê, heval û hogirên kekê Eyub û miletê Kurd sax be!
Kekê Eyub dê di dilê me de û di nav xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk de her bijî!




