Li Îzmîrê êrişî qereqolê hat kirin, kuştî hene

Li navçeya Balçovayê ya Îzmîrê bi çekan êrişî Qereqola Polîsan a Salîh Îşgorenê hat kirin.

Li gorî nûçeya NTVyê, di êrişê de 2 polîs hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku rewşa polîsê birîndar giran e.

Êrişkar 16 salî ye

Hat destnîşankirin ku êrişkarê ku bi tivinga pompeyî êriş pêk aniye 16 salî ye.

Polîsan êrişkar desteser kir û li herêmê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatin standin. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *