Li Iraqê hûndirê sîstema federal vala dibe – Mehmud Al

Îbrahîm GUÇLU

Li Kurdistanê her dem bûyerên gelek girîng û dîrokî pêk tên. 

LI IRAQÊ BIRYARÊN LI DIJÎ SÎSTEMA FEDERAL…

Dewleta Federal, dewleta du neteweyan û an jî zêdetir neteweyan e. Dewleta Iraqê jî dewleteke federal e. Dewleta neteweya kurd û ereban û neteweyên din yên ne xwediyê welat in. 

Dewleta Federal ya Iraqê, encama têkoşîneke dûrûdirêj a neteweyî û demokratîk ava bû. 

Pêvajoya Dewlet Federal ya Iraqê, di sala 1958an de dest pêkir. Wek tê zanîn Abdûlkerîm Kasim di sala 1958an de desthilatdarî girt destê xwe. Wê demê Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî li Yekîtiya Sovyetan penaber bûn. Desthilatdariya Iraqê ji bona ku Dewleta Iraqê ji nûve ava bibe, mecbûrî kurdan bû. Loma jî Serok Mele Mistefa Barzanî vexwendina Iraqê kir. Beriya ku Serok Barzanî hate vexwendin  Iraqê, di derbarê wî de cizaya dardekirinê heb, di derbarê wî de cizaya dardekirinê hebû.  

Serok Mele Mistefa Barzanî piştî ku vegeriya Iraqê, makezagoneke nû hat pejirandin. Di makezagonê hat pejirandin ku Dewleta Iraqê ji du neteweyan (neteweya kurd û ereb) pêk tê û li Iraqê du ziman (zimanê kurdî û zimanê erebî) zimanê fermî ye. Wê demê derî ji federalbûna Iraqê vebû. 

Hezar mixabin vê pêvajoyê erenî dirêj najot. Loma jî Îlona sala 1961an de Şoreşa Neteweyî ya Kurdan dest pê kir. Di sala 1970yî de destilatdariya Iraqê û Baasê, mecbûr ku bi Serok Barzanî û PDKê re peymana Otonomiyê erê û îmza bike. Bi avabûna Otonomiya, ji bona Dewleta Federal ya Iraqê gaveke diyardar hat avêtin. 

Lê jiyana Dewleta Iraqê ya otonom dom nekir. Di sala 1974an de encama êrîşa Dîktatoriya Baasê, şer derket. Di sala 1975an de sîstema nû ya ne-merkezî xirab bû û Otonomiya Kurdistanê têk çû. 

Lê li hemberî Dewleta Kolonyalîst ya Iraqê şer ranewestiya. Ev şera, piştî îsgala Kûweytê, ji aliyê Dewleta Iraqê ve hat qonaxeke nû. Li Kurdistanê, Herêmeke azad ava bû. Di sala 1992 de kurdan, Dewleta Iraqê wek dewleta federal diyar kirin û gorî pîvanên federalî li Kurdistanê jiyana siyasî, aborî hat meşandin. 

Di sala 2005an de jî encama refêrandumê gel, Dewleta Federal ya Iraqê bi makezagoneke nû ava bû. 

Xebat û têkoşîna neteweya kurd, di avakirina Dewleta Federai ya Iraqê de xwediyê rolekî gelek girîng û tayînkirî ye. 

Hezar mixabin, ji bona ku ereb û bi taybetî jî erebên nîjadperest, ji federalîzmê û ji demokrasiyê re ne amade bûn. Loma jî her dem xwestin ku sîstema federal ji holê rakin. Loma jî xwestin ku gav bi gav sîstema federal ji holê rakin. Ji bona vê jî, di nav pêvajoyê de 58 xalên makezagona federal binpê kirin. 

Dema ku Serokê Kurdistanê, PDKê, Kurdistaniyan dîtin ku ev rewşa xeter e, wê demê ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê xebat kirin. Di Îlona 2017an de refêrandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Encama refêrandûmê gelek baş û pîroz û dîrokî bû. Kurdistaniyan ji bona dewleta serbixwe û konfederal biryar dan.

Lê ev biryara dîrokî û demokratik, bû sedema êrîşa tîfaqeke gelek xûrt. Di ancamê de Kerkuk û gelek deverên din jî hatin îşgal kirin. Dewleta Êmerîka û Ewrûpayê ji biryara xwe re xwedî derneketin. Ji êrîşan re bes çavên xwe negirtin û piştgirî kirin.

Tîfaqa dijmina, ji bona ku tevayî sîstema federal ji holê rabe li hemberî Hewlerê êrîşkeke mezin û organîzekirî, dest pê kir. Dijminên Kurdan li Pirdê şikest xwarin. 

Lê dîsa jî, ji bona ku hûndirê sîstema federal bê vala kirin, hewildanan domand. 

Di van demê dawî de, du biryarê Dadgeha Federal ya Makezagonê, wesîkeya vê helwestê bû. 

Bi taybetî jî biryara di derbarê gaz û petrola Kurdistanê de, gelek xeter û raste rast li dijî sîstema federal û Dewleta Federa ya Kurdistanê ye û neteweya kurd e. 

Hîç şik tune ye ku desthilatdariya Kurdistanê, ev biryara gelkek xeter dît û gorî wê biryar bide ku tevbigere. 

Li hemberî ev biryara Dadgeha Federal ya Iraqê, dûşem 28.02.2022 bi serpereştiya birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, her çar serokayetî, Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Parlemena Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de, biryara Dadgeha Federalîya Iraqê ya li rêkefta 15.02.2022 ya di derbarê yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê de, hate guftûgo kirin. Di vî derbarî de, beşdarbûyên civînê tekez dikin ku biryara Dadgeha Bilind a Federalî nayê qebûlkirin û Herêma Kurdistanê, bi cîh kirina mafên xwe yên destûrî berdewam dibe û bi tu awayek dest ji maf û desthilatên xwe yên destûrî bernade û hemû rêyeke yasayî û destûrî, li ber digre bo ku maf û desthilatên destûriyên Herêma Kurdistanê biparêze, ji ber van sedemên xwarê:

“1- Biryara Dadgeha Bilind a Federalî, berevajîya naverok û tekst û giyan û bingeha rasteqîneyên sîstema federalî ye û binpêkirineke zelal û eşkere ya maf û desthilatên destûri yên Herêma Kurdistanê ye.

“2- Biryara dadgehê bi awayeke neraste rast hemwarkirineke nedestûrî ya destûrê, ji ber ku bûye sedema jê standina desthilata destûrîya herêman û bexşîna bi desthilata federalî ku eve jî netebaye li gel desthilata Dadgeha Federalî û paşve vegerana ji sîstema federali ye.

“3- Dadgeh li biryara xwe de pişt bi yasayên salên 1976 û 1985ê Iraqê ve girêdaye ku yasaya navendî ye û li gel bingehên destûra sala 2005 ê Iraqa nû de nakok e ku sîstema hukim li Iraqê ji navendî ve ji bo sîstemeke federalî guherîye û bi rûnî desthilatên Herêmê û parêzgehan û desthilata federalî dabeş kiriye.

“4- Li gor Herêma Kurdistanê ev biryar ji bilî wê yekê binpêkirina destûr û sîstema federali ye, li heman demê de wiha bawer e, meremeke taybetî li pişt e û bê alî nîne, bi taybetî jî ku Iraq di rewşeke gelek hestiyar û aloz a siyasî da derbas dibe û aliyên siyasî mijûlî guftûgoyê ne, ji bo hevdû têgihiştin û peydakirina çareserîyek ji bo derketina ji çeqbestî û binbestiya siyasî, ev biryar rewşê aloztir dike.

“5- Dûpat dikîn ku peyman û girêbestên neftî yên Herêma Kurdistanê bi palpiştîya bi yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê û deqê maddeya (112)ê destûra Iraqê hatine encamdan, eve jî di demek daye desthilatên federalî piştî derbasbûna (17) salan nekarîne erkê xwe yê yasayî bi cîh bikin bi danîna yasayek ji bo neft gaz li Iraqê, ji bilî destpêşxeriyên Herêma Kurdistanê li sala 2007 û peşîmanbûna Hikûmeta wê demê ya federal, li wê reşnûsa hevbeşa yasaya neft û gaz ku rêkeftin li ser hatibû kirin.

“6- Bi girîng dizanîn Dadgeha Bilind a Federalî, bi yasayeke nû û li gor hukmên maddeya (92) ya destûr pêkbê û erkên xwe li gor destûr bi cîh bike, her wiha ew hemû sazî û damezraweyên destûrî jî li gor destûrê yasa ji bo wan derbikeve û pêkbên ku mîsogerîya pêkanîn û bercestekirina sîstema federalî ne.

“Bi vê navê da, Serokayetiya Herêma Kurdistanê, li gel hemû aliyên siyasî yên navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê û civaka navdewletî berdewam dibe, ji bo li ber girtina her rêkareke ji bo parêzgarîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê. Her wiha Parlemena Kurdistanê rêkarên yasayî û destûrî yên pêwîst li ber digre û Encumena Dadwerîya Herêma Kurdistanê, li pêgeha xwe ya destûrî de berdewam dibe, li gel navendên dadwerîyên Iraqê da, ji bo dakokîkirina li ser destûrîbûna mafên Herêma Kurdistanê.

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wekî herdem, li ser bingeha destûrê amadeye çareserkirina kêşeyan û berdewam dibe li guftûgoyên binyatnerane, li gel Hikûmeta Federalî, dostên Iraqê û civaka navdewletî jî piştgîriyê li çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê dikin.” 

MEHMÛD  AL JIYANA XWE JI DEST DA…

Mehmud Al, endamê DDKO ya Stenbolê û yek ji rêvebirên PDK-KUKê bû û heta dawîya jîyana xwe jî wek kesayetîyek welatperwer, di civata Kurd de, xwedî helwesta neteweyî bû. 

Min ev di sala 1970yî de li Stenbolê nas kir. Ew di nav pêvajoyê de  bû dostekî min ê gelek baş. Dema ew li Diyarbekîrê Eczacî bû, pêwendiyên me hebûn. Em piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî li Rojavayê Kurdistanê û li Şamê, Li Stockholmê jî bi hev re man. Em bi hev re beşdarî gelek civînan bûn. Me bi hev re xebatên hevbeş meşandin. 

Mehmûd Al Eczacî bû û li Bakurê Kurdistanê û di nav refên KUKê de jî bi navê Eczacî dihat nasîn. Mehmûd Al di sibata sala 1978an de bi çend hevalên xwe re başdarî nava refên KUKê bû û wî bi xebat û helwesta xwe çalakî û xebata KUKê ya welatperwerî bihêztir û geştir kir. 

Mehmûd Al wek gelek hevalên xwe, ew jî piştî darbeya leşkerî ya 1980 derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Piştî demek dirêj, ji Surîye`yê derket û wek penaber hate Swêdê, li Stockholmê bi cîh bû. 

Mehmûd Al, di civata bakurê Kurdistanê de, kesayetîyek dihat hezkirin. Mirovekî civatî û Kurdistanî bû û di nav refên welatperweran de, kesayetîyek hêja dihat naskirin. 

Mehmûd Al, berîya nexweşiya korıonyê (pandemiyê) hat li Diyarbekîrê xanî kirî. Biryar da ku dema xwe zêdetir li Kurdistanê derbas bike. Ev biryara wî, ez, hemû dostên wî, kurdperwer kêfxweş kirin. Dema li Diyarbekîrê bû, me bi hev re roj û demên xweş derbas kir. Dîsa derfeta me çêbû ku em rojên bihûrî bibîrbînin. 

Hezar mixabin pandemî bû asteng ku bê Kurdistanê. Di wê navberê de nexweş bû û jiyana xwe ji dest da. 

Mehmûd Al, li Stockholmê bi nexweşîya penceşêrê ket û demek dirêj dijî vê nexweşîya kambax li berxwe da; lê mixabin di 2/3/2022 an de li Stockholmê jîyana xwe ji dest da û beşdarî kerwanê pakrewanên Kurdistanê bû. Ruhê wî şad û Goristana wî Gulistan be. 

Ez gelek xemgîn im. 

Diyarbekîr, 04. 03. 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *