Dema ku Îran ket nav şerê sala 2026an, aboriya wê ji beriya niha ve gelekî qels bûbû. Sedemên vê yekê dorpêçên 40 salî, daketina berdewam a nirxê pereyan û qelsiya sîstema darayî bûn. Qelsiya aboriyê gihîştibû asteke wisa ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan çend caran behsa karesata aboriya Îranê kir.
Ew şerê ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata 2026an li dijî Îranê dest pê kir, krîza berê kir karesateke kûr a aborî.
Heta 6ê Gulana 2026an ev nirxandin amarên herî nû ne. Ev amar ji Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), Oxford Economics, Rystad Energy, Enstîtuya Rojhilata Navîn, CNBC, National News û çendîn çavkaniyên din hatine berhevkirin.
Li gorî lêkolînên aborî, çaverêkirina ji bo peymaneke bingehîn a di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûye. Tê payîn ku di nava 48 demjimêran de peymanek çêbibe.
Ev yek ne encama têkçûna leşkerî ya Îranê ye, belkî zêdetir ji ber herifîna aboriyê ye. Ji ber vê yekê Îran amade ye li ser hinek dosyeyan dan û standinê bike û bigihîje peymanekê ku berê nedixwest peymanê li ser bike.
Enstîtuya Rojhilata Navîn Nîsana 2026an li ser rewşa aboriya Îranê daxuyaniyek da. Enstîtuyê got, “Îran niha di rewşeke aborî ya bêhempa de ye. Her meheke zêde ya şer dikare aboriya wê zêdetirî 5 salan bi paş ve bibe. Ev yek jî dê bandoreke pir xirab li weberhênan û berhemanînê bike.”
Sektora Enerjiyê
Balafirên şer ên Îsraîlê 18ê Adara 2026an êrişî Qada Gaza Parsa Başûr a li Eseluyeyê kir. Ev qad qada herî mezin a gaza xwezayî ya cîhanê ye. Ew qad nêzîkî ji sedî 70yê gaza navxweyî ya Îranê hildiberîne. Li gorî dîmenên satelaytan, hatiye piştrastkirin ku herî kêm zerer gihiştiye 4 beşan.
Ji ber êrişê li 2 rafîneyan hilberîn hat rawestandin. Kapasîteya van rafîneyan bi hev re rojane 100 milyon metre sêca bû. Li Kompleksa Bendera Îmamê jî xebatên qonaxên 3-6an hatin rawestandin da ku agir belav nebe. Berpirsên Îranê piştrast kir ku tenê ji ber vê êrişê hilberîna gaza niştimanî ya Îranê ji sedî 12 kêm bûye.
Binesaziya depokirina petrolê ya li Girava Xarkê û termînalên sotemeniyê yên li Tehran û Kerecê jî 7 û 13ê Adarê ji aliyê balafirên Îsraîlê ve bûn armanc. Kompleksa Petrokîmyayê ya Bendera Îmamê ya li Mahşehrê jî yek ji wan cihan bû.
Ev kompleks mezintirîn saziya petrokîmyayê ya welêt e ku nêzîkî 30 milyar dolarî weberhênan lê hatiye kirin. Ev kompleks di nav 8 kargehên ku balafirên Îsraîlê 4ê Nîsanê lê dabûn de bû. (Rûdaw)


