Li Îranê 6 fermandarên nû yên payebilind hatin tayîn kirin

Di çarçoveya van tayînkirinan de, Tumgeneral Elî Ebdullahî di dewsa Korgeneral Seyîd Ebdul Rehem Mûsewî de wekî Serokê Erkanê Giştî yê Hêzên Çekdar hat erkdarkirin û Tuggeneral Kiyumers Heyderî jî bû Cîgirê Serokê Erkanê Giştî.

Her wiha Tuggeneral Ehmed Wehîdî bo pileya Tumgeneralî hat bilindkirin û di dewsa Korgeneral Mihemed Pakpûr de bû Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran û Tumgeneral Mistefa Yezdî jî wekî Cîgirê Fermandarê Giştî hat tayînkirin.

Di heman biryarnameyê de Amîral Elî Ozamî wekî Fermandarê Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran û Hujjetulîslam Huseyîn Tayib jî wekî Serokê Rêxistina Bêsîc a Mustezefîn hatin diyarkirin.

Xameniyî ragihand ku prosesa yekxistina Erkanê Giştî û Birêveberiya Navendî ya Xatêm el-Enbiyayê hatiye temamkirin û daxwaz kir ku şiyan û amadehiya hêzên çekdar were bihêzkirin. Rêberê Îranê ji Fermandarê nû yê Supaya Pasdaran Ehmed Wehîdî daxwaz kir ku hêza rêxistinê zêde bike û ji bo operasyonên êrîşkar ên bihêz ên li dijî dijmin amadekariyan bike. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *