Îro berê sibehê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin.
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku dron nebûye sedema ti xisarên madî û canî.
Nûçegihanê Rûdawê Horvan Refet ji nêzîkî cihê bûyerê ragihand ku dron demjimêr 02:18ê berbangê li asmanê Hewlêrê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî hatiye xistin.
Horvan Refet da zanîn ku hêzên ewlehiyê demildest gihiştine cihê bûyerê û teqez kir ku ti ziyan çênebûye û rewş bi temamî asayî ye.
Her wiha hinek şahidan dîmenên kêliya xistina dronê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şandine. (Rûdaw)


