Li herêmên Erdhejê li serxet û binxetê heta niha 22 hezar kesî jîyana xwe ji dest dane

Li Turkîye û bakurê Kurdistanê, hejmara mirîyan, heta niha gehîştîye 18 hezar û 342 kesî. Birîndar li dor 75 hezar kesî ye.

Erdhejê ji bilî Mereşê, xisarên mezin gihandîye bajar û navçeyên Dîlok, Semsûr, Ruha, Amed, Adana, Osmanîye, Hatay, Kîlîs, Xarpêt û Meletê. Li Ruha û Kilîsê xebatên rizgarinê bi dawî hatine.

Li dor 120 hezar kesên ji sazîyên sîvîl û fermî, nêzî 6 hezar û 500 kes jî yekîneyên lêgerînê ji welatên din hîna xebata lêgerînê berdewam dikin.

Li binxetê: Rojavayê Kurdistanê û Sûrî, heta niha gehîştine 3 hezar û 840 kesî ku canê xwe wenda kirine. Zedetir ji 7 hezar kes jî birîndar e. Bi qasî tê zanîn, heta niha li dor 600 penaberên Sûrî li binxetê û bajarên Tirkî jîyana xwe ji dest dane.

Hemû partî, rêxistin û sazîyên sîvîl yên Kurd li welat û dervî welat di nava çalakîya alîkarî û xebatên alîkarîya mexdûrê erdhejê de ne!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *