Li Herêma Kurdistanê ‘Rêbera Silametiyê’ hate ragihandin

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîma ragihandina Rêbera Silametiyê de got, “Di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê çaksaziyên girîng di awayê hemî dezgehên Wezareta Navxweyî de hatine kirin, ji bo ku bi karnameya kabîneyê û nerîna Serokwezîr û xizmetkirina gel û bilindkirina kalitiya xizmetan re bigunce.”

Rêber Ehmed diyar kir, “Di warê karkirin û birêvebirina erkên polîs û birêvebiriyên trafîkê de û berhingarbûna tundûtûjiya li dijî jinan, berhingarbûna krîz û bûyeran, koç û koçberan, birêvebirina kamp û awareyan û hemî hêzên ewlehiya navxweyî pêşketinên baş dîtine.”

Ehmed da zanîn, “Me bizavên cidî kirine da ku karên dezgehên bergiriya şaristanî li kêleka bingehên navneteweyî yên bingehên karkirinê bên bilindkirin û bi awayekî jêhatî û alavên nûjen şiyanên wan bên zêdekirin, da ku bikarin welatiyan û dezgehên Kurdistanê ji karesatên xwezayî û encamên wan biparêzin.”

Wezîrê Navxwe eşkere kir, “Bingehên sereke yên erkê bergiriya şaristanî pêşîlêgirtina karesatan, amadekarî ji bo rûbirûbûnê, bersivdayîna karesat û krîzan û hevahengî û alîkariya xelkî ji bo jiyanê û rabûnê ne.”

Rêber Ehmed ragihand, “Ji bo amadekariyên van karan û di bin rênimayî û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, asta birêvebirinê ya bergiriya şaristanî ji bo Rêveberiya Giştî hatiye bilindkirin û ji dezgehên polîsan hatine cudakirin.”

Wezîrê Navxwe diyar kir, “Li roja 05.01.2021ê, me fermaneke wezaretê ji bo avakirina komîteyeke bilind derxist, da ku rêber û kodên silametiyê amade bike û binivîse da ku jêrxaneya Kurdistanê bi mukomî bê avakirin. Lewma îro, piştî çar salan, ji bo cara yekê Herêma Kurdistanê dibe xwediya kod û standardên xwe yên taybet di warê silametiyê de.”

Wezîrê Navxwe eşkere kir, “Bicîhanîna Rêbera Silametiyê dê biyavê karesatên mezin kêm bike. Bi piştgiriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, baştirîn celebên trimbêl û amûrên agirvemirandinê bi qebareyên biçûn û mezin li ber destê tîmên bergiriya şaristanî ne.”

Rêber Ehmed tekez kir, “Kontrolkirin û rizgarkirina canê xelkî bûye navenda baldariya welatiyên me û bajarên din ên Iraqê. Me girîngiyeke zêde bi mijara perwerdekirin û amadekieina karmendên bergiriya şaristanî daye, di çarçoveya Peymangeha Bergiriya Şaristanî û Akademiya Serkirdetî û û Birêveberinê ya girêdayî Wezareta Navxwe de.”

Rêber Ehmed got, “Şîyanên tîmên bergiriya şaristanî ya Kurdistanê di bûyerên cuda cuda yên şewat û lehiyan de li Kurdistanê sal bi sal xurttir dibin û di pêşerojeke nêzîk de em dê bibînin ku, teknolojiya û dronên pêşkeftî di vemirandina agirî de li Kurdistanê dê bên xebitandin.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *